Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pêşmergeyên birîndar li Belçîkayê tên çareserkirin

Broksl-KDP.info- Hejmarek Pêşmergeyên birîndar li nexwaşxaneya Belçîka tên çareser kirin û welatên din Ewropa jî amade ye alîkariya Pêşmerge bike.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li parlamentoya Yekitiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî ji malpera KDP.info re ragihand ku, yekem karwanê Pêşmergeyên birîndar geheştiye bajarê Broksla paytexta Belçîka.

Dilawer Xalid Ajgeyî ragihand, yekem emeliyat bo Pêşmergeyê bi navê Rezwan Xidir hatiye kirin û van rojan jî emeliyat ji bo Pêşmergeyê bi navê Zaîd Mihemed tê kirin.

Herwaha got biryar e di demek nêzîk de ew Pêşmergeyên ku li Kurdistanê kontrolên wan pêkhatine û navê wan bo derketina derve hatiye nivîsandin ji bo çareseriya bijîşkî dê bigehin Brokslê.

Xercên çareseriya wan Pêşmergeyane ji aliyê hikûmeta herêma Flanderz a Belçîkayê ve tê dabînkirin û ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xercên veguhestina wan Pêşmergeyan girtiye ser xwe .