Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şingal- 800 çekdarên PKKê tevlî Pêşmerge bûne

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, PKK li Şingalê şipirze bûye û rojane xelk dev je wan berdidin û heta niha 800 çekdarên wan tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilana wan 5 komelgeh û gundên Şingalê yên ku di destê DAIŞê de mane, amade ye.”

Şeşo wiha got: “Cudabûna çekdarên PKKê ji YBŞê berdewam e û rojane xelkê Şingalê dest ji wan berdidin. Kesên ku heta niha di nava wan de mane bi zorê ew di nava xwe de hiştine û hatine xapandin. Heta niha 800 çekdarên wan hatine û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne û 400 kes jî ji wan li bendava Mûsilê tên perwerdekirin û 400 kesên din jî amade ne û dê piştî wan, ew jî perwerdeya leşkerî bibînin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Piştî bombebarana balafirên Tirkiyê li Şingalê PKK hest bi metirsiyeke mezin dike. Herwiha tên û xwe nêzîkî Hêzên Pêşmerge dikin da ku eger careke din bombebaran hat kirin, ziyan bighê Pêşmerge.”

Derbarê hewlên avakirina partiyeke Êzdiyan, Şeşo ragihand: “Ti partiyên Êzdiyan çênabin û tişta ku heye tenê PKK wê yekê dike û careke din Êzdiyan bixapîne. Mixabin PKK ji bo têkdan û tevliheviyê li Şingalê ye û hemû xelkê Şingalê dizanin ku armanca PKKê li Şingalê çi ye.”