Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Geştiyarî, çandinî û pîşesazî dê şûna petrolê bigrin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku pilana wan heye ku turîzm ango geştiyarî, çandinî û pîşesazî dê şûna sektora petrolê bigrin.

Îro li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, Pêşangeha Turîzma Rojhilata Navîn dest pê kir û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdarî pêşangehê bû.

Tevî rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, gelek karsaz û nûnerên biyanî jî tevlî pêşangehê bûn.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku di vê rewşê de pêkanîna vê çalakiyê gelek giring e û got: “Ev i Herêma Kurdistanê dê hêviya vegera baweriya bazara geştiyariyê û asayîbûna rewşa wê zêde bike.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sektora turîzmê weke çavkaniyeke giring a hatiniyê dibîne û got: “Em turîzmê, ji bo geşepêdan welêt, dabînkirina derfetên kar, dewlemendkirina çand û bihêzkirina pêwendiyan weke bandoreke giring dibînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo sektora geştiyariyê, planeke dewlemend a hikûmetê heye. Eger bûyerên di van 3 salên dawî de nebûna, niha turîzm gelek pêş ketibû. Çimku li Herêma Kurdistanê ji bo bihêzbûna geştiyariyê, şertên pêwîst hemû hene; siruşt, berhemên dîrokî, xweşbînî, mazûbanî û jiyana 4 demsalan.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî aşkere kir, tevî şert û mercên dijwar hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo ku geştiyariyê bike yek ji xaleke giring a Herêma Kurdistanê, hemû derfetan dê binirxînin û diyar kir: “Yek ji madeyên herî giring ên pêvajoya reformê, avakirina bingeha sektora turîzmê û pêşxistina wê ye.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ber bi rewşa asayî ve pêş dikeve û ew dixebetin da ku turîzm, pîşesazî û çandinî, têkevin dêvla petrol û gazê û got: “Di sala 2015an de 782 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê, lê ev hejmar di sala 2016an de gihişte milyonek û 600 hezar kesan.”

Serokwezîr bangewazî kir, ku li firokexaneyan û li deriyên sînor hemû geştiyar bi rûkenî werin pêşwazîkirin û di serî de jî welatiyên Iraqê û herwiha got: “Bi saya hest û xweşbîniya welatperweriya Pêşmerge, hêzên ewlehiyê û gelê Kurdistanê, rojên dijwar derbas bûn. Herêma Kurdistanê niha ber bi siberojeke ronî ve dimeşe. Serdema nû, dê bibe dema geşepêdan, avakirin û pêşketinê.”