Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan rewş Şingalê û navçeyê gotûbêj kirin

Stenbol-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn.

Li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê, 8emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk ango Atlantîk Council, birêve diçe.

Di Lûtkeya Konseya Atlantîkê de evlekarî, aborî, qeyrana penaberan û çavkaniyên enerjiyê mijarên gotûbênan in. Gaz û enerjiya Herêma Kurdistanê jî dibe cihê nîqaşên balkêş.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro di lûtkeyê de amade bû.

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî herwiha êvariya îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Di destpêka civînê de Erdogan ji ber şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek pêşmergeyan di bombebarana firokeyên cengî yên Tirkiyê bo ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Şingalê, serxweşî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û amadeyiya Enqerê bo her cure alîkariyekê ji bo dermankirina birîndaran nîşan da.

Erdogan diyar kiriye, ku bi ti şêweyekê mebesta wan ew nebûye ku di wê bombebaranê de baregehên Pêşmerge bombebaran bikin û diyar kiriye, ku bombebaran bi şaşî hatiye pêkanîn û dilgiraniya xwe li hember vê bûyerê aniye ziman.

Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser wê çendê jî kiriye, ku hebûna baregehên PKKê li Çiyayê Şingalê nayê qebûlkirine û bi pêwîst da zanîn ku hemû alî hewl bidin ku PKK baregehên xwe yên li wê drê vala bike.

Di beşeke din a axavtinên xwe de, Recep Tayyip Erdogan amaje bi pêwendiyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê di hemû waran de û bihêzkirina wan têkiliyan kiriye û daye xuyakirin, ku Tirkiye giringiyeke zêde dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re û aramiya wê jî bilind dinirxîne.

Erdogan di axavtina xwe de behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê û rola Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina hejmareke zêde ya aware û penaberên destê terorê kir û ragihand, ku hevkariyên Enqerê ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin.

Li ser pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, Erdogan tekezî li ser çareserkirina wan pirsgirêkan û tevahiya pirsgirêkên li Iraqê bi rêya diyalog û gotûbêjan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvam Barzanî dilgiraniya xwe li hember rûdana bûyerên Şingalê nîşan da û tekezî li ser dubarenebûna wan cure bûyeran kir û ji bo vê yekê jî hêvî kir, ku PKK vê navçeyê vala bike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha di hevdîtinê de spasiya têbînî û zelalkirinên Erdogan ên derbarê rewşa deverê de jî kir.

Derbarê pêwendiyên du alî yên navbera Hewlêr û Enqerê de jî, Nêçîrvan Barzanî amadeyiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ber bi pêş ve birina pêwendiyên li gel Tirkiyê di hemû waran de anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kir û li ser wan pirsgirêkan tekezî li ser pêwîstiya diyalogeke ciddî ji bo çareserkirina pirsgiêkan kir.

Serokwezîr Barzanî derbarê operasyona Mûsilê de jî gotiye, ku ji destpêka operasyona Mûsilê ve Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyekê hevakriya Artêşa Iraqê kiriye, ku ew yek jî bûye sedema encamên baş di jinavbirina terorê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê derbarê rewşa navçeyê û çend mijarên pêwendîdar bi pêşhat û guhertinên deverê de jî gotûbêj kirin.