Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Êdî cîhan pir baş mafê gelê Kurd fêm dike

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya şandekê ji Balyozxaneya Brîtanya li Hewlêrê ragihand ku êdî cîhan û civaka navdewletî têgiheştineke baş li cem wan çêbûye ji bo mafê gelê Kurd.

Îro li avahiya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Cîgirê Balyozê Brîtanya li Iraqê Nîk Lata û Konsulê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Con Şarb kir.

Di vê hevdîîtinê de, jibilî bixêrhatina şanda mêvan, Fazil Mîranî kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê nîşan da û behsa rewşa navçeyê û Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî. Herwiha Mîranî behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de kir.

Ji aliyê xwe ve, Nîk Lata tekez ker li ser biryara welatê xwe ji bo piştevaniya berdewam a leşkerî ji bo Hêzên Pêşmerge.

Sekreterê Polîtburoya PDKê ji şanda mêvan re behsa amadekariyên referandumê kir ku mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye û ne li dijî ti aliyekî ye û nabe metirsî jî li ser ti welatekî ji ber ku Kurd herdem helgirê peyama aştiyê bûne û Kurdistan jî berdewam faktera aramiya navçeyê bûye û dibe.

Fazil Mîranî ragihand ku êdî têgiheştineke pir baş li cem cîhanê û civaka navdewletî çêbûye ji bo mafê gelê Kurdistanê.