Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Erdogan û Yildirim bo Serok Barzanî: Êrişa li Şingalê bi şaşî bû

 

Hewlêr-KDP.info- Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kirin û dilgiraniya xwe li hember şehîdbûna 6 pêşmerge û birîndarbûna 8 pêşmergeyan nîşan dan. Erdogan û Yiildirim serxweşî li Barzanî kirin û gotin, ku bombebarana pêşmerge li Şingalê bi şaşî çê bûye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li ser mijara bombebarana Şingalê û şehîd û birîndarbûna hejmarek ji Pêşmergeyan, di pêwendiyeke telefonî de bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivîn.

Li gorî vê daxuyaniyê ku ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye şandin, wiha hatiye gotin: “Di vê pêwendiya telefonî de ku roja sêşemî 25ê Nîsana 2017ê hatiye pêkanîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dilgiraniya xwe li hember şehîdbûna 6 pêşmergyan û birîndarbûna 8 pêşmergeyên din ji Barzanî re anîne ziman, ku di encama êrişa firokeyên şer ên Tirkiyê bo ser Çiyayê şingalê şehîd û birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Her du aliyan serxweşî li Barzanî û kesûkarên şehîdên vê bûyerê kirine û hêviya bilez başbûnê ji birîndaran bûyerê re xwestine.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, ku Erdogan û Yildirim tekez kirine, ku ev bûyer bi ti şêweyekê bi qestî nebûye û di encama şaşiya firokeyan de çê bûye.