Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê ENKSê: Emê dîsa ofîsên xwe vekin..PKK ji xebata me ditirse

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, zêdetirî 40 ofîs û navendên wan ji aliyê PKKê ve rastî êrişan hatine û ew ofîs hatine girtin, lê ewê dîsa wan ofîsan vekin û li ser xebata xwe berdewam bibin. Herwiha PKK ji ber xebata me ya dîplomatîk rastî tirseke mezin hatiye.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha zêdetirî 40 ofîs û navendên ENKSê li ji aliyê dezgehên leşkerî yên PKK û PYDê ve rastê êrişan hatine, lê biryar e em ofîs û navendên xwe dîsa vekin, ji ber ku ENKS xwedî rewatiyê ye li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê. PKK bi hemû hêza xwe hewla vemirandina tevgera partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dide, lê dîsa jî ji destê wê dernakeve, ji ber ku me serê xwe ji rêjîma Esed re dananî heta ew bên û nehêlin em xebata xwe bikin. PKK bi wan gef û çavsoriyan guvaşê dixe ser partiyên Kurdî. Çalakvan û siyasetmedar avêtine binê zindanan û êrîşî ser ofîsên me dikin. Karê ku PKK dike rêjîma Esed li dijî opozisyonê xwe dikir.”

Biro wiha got: “Zimanê siyaseta PYDê tenê tundî ye û çekê ENKSê jî zimanî dîplomatîk û diyalog e. Lemwa jî PKK ji me ditirse, ji ber ku PKK tenê zimanê revandin û totalîtarya dizane. Baregehêm me wek metirsî li ser hebûna xwe dibînin. PYDê gelekî hewl dide ji bo ku şerê me bike, lê ENKSê ew yek nekir û hewlên wan ser negirtin.”

Serokê ENKSê wiha ragihand: “Bêguman ew siyaseta PYDê ya şaş heta serî naçe û eger Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin dê hevsengiya navçeyê bê guhertin û me ev yek ji Amerîka re jî behs kir da ku ew zêdetir giringiyê bi Pêşmergeyên Roj bidin.”