Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Pêşmerge pêşmergeyên Kurdistanê ne, ne yê ti partiyekê ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda hevbeş ji dezgeha û Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn civiya.

Roja pênçşem 20.04.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda hevbeşa Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn civiya.

Li civînê de raspardeyên Serok Barzanî yên ji bo rêxistina navê Pêşmergeyan û berçavgirtina dadperweriya li pêdana mûçe û musteheqatên Pêşmerge guftûgo kirin. Her wiha şanda mîhvan gileyî û kêşe û girift û daxwaziyên Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û komek pêşniyarên baştirkirina jiyan û rewşa guzeraniya Pêşmergeyan xisterû.

Her li vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser palpiştîkirina daxwazên Pêşmerge û Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn kir û eve jî xisterû ku hîç cûdahiyek li navbera Pêşmerge da tûne û Pêşmerge Pêşmergeyê Kurdistane û Pêşmergeyê hîç hizb û partiyek nîne. Li beşekî dinê vê civînê de biryara ji bo çareseriya kêşeyan dan û civînek li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdaran da bê kirin.