Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge: Amerîka 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek dike

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serfermandarê Wezareta Pêşmerge Salar Mihemed Cebar dibêje, heta niha ti alîkariyên Amerka bi awayekî rasterast negihîştine destê Hêzên Pêşmerge lê wî welatî biryar daye ku 2 lîwayên Pêşmerge biçek bike.

Salar Mihemed Cebar di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka heta niha ti çek nefroştine Hêzên Pêşmerge û tişta ku heta niha daye me wek alîkar bûye, ji ber ku hêj em nebûne dewlet ku wisa bi awayekî rasterast çekan bide me.”

Cebar wiha got: “Ji par ve 2 lîwayên Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve hatine perwerdekirin û cil û pêdviyên leşkerî û otomobîlên zirhê dane wan herdu lîwayên Pêşmerge, lê niha bername heye ku Amerîka 2 lîwayên din ên Pêşmerge amade bike. Gotûbêj li ser wê yekê hatiye kirin lê hêj dema cîbicîkirina wê hêj nexuya ye.”