Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo Almanya: Referandum mafekî xwezayî yê xelkê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Wezîrê Derve yê Almanya re behsa referanduma Kurdistanê kir û ragihand ku referandum mafekî xwezayî yê xelkê Kurdistanê ye.

Sigmar Gabriel Wezîrê Derve yê Almaniyayê di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, roja 20.04.2017ê li bajarê Hewlêrê, ligel Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û çend pirsên giring di rojeva herêmî û deverê de nirxandin.

Şandeya Almaniyayê sipasiya xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, bergirî ji prensîpên mirovatiyê kirine û dikin, hemû pêkhatetên herêmê ji gev û êrîşên terorîstan parastine û diparêzin û hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan hewandine, Almaniya û civaka navdewletî şanaziyê bi vê rola Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Derve yê Almaniyayê pêkvejiyana pêkhateyên olî û neteweyê bi aşitî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku, Almaniya dê li ser hevkariyên mirovî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê berdewam be.

Sigmar Gabriel got ku ew dê lêbixebitin têkeliyên navbera Almniya û herêma Kurdistanê di hemû waran de xurt û berfirehtir bikin û bi pêwîst zanî ku pirsên hilawîstiyên navbera Herwlêr û Bexdayê bi diyalog û danûstandinan bên çareser kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo wan alîkariyên di warê însanî û leşkerî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, sipasiya Almaniyayê kir û hêvî xwest ku ew alîkarî û hevkarî berdewam bin.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku di warê leşkerî de hevahengiyek baş di nabvera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê de heye, lê di warên din de diyalog û danûstandinên cidî nînin û bi pêwîstî zanî di vê çerçoveyê de civaka navdewletî bi rola xwe bilîze.

Serokwezîr Barzanî tekez kir ku referendum mafek xwezayî yê xelkê Kurdistanê ye ku çarenivîsa xwe diyar bike. Xelk, hikûmet û aliyên siyaiyên Herêma Kurdistanê bawerî bi wê yekî nîne ku paşeroja xwe bi rêya şidetê diyar bikin, lê divê bi rêya diyalogek cidî be û di vê navberê de divê civaka navdewletî jî alîkariyê bike.