Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Almanya: Referandum mijareke navxwe ya Kurdistan û Iraqê ye

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Almanya Zîgmar Gabriyel ragihand, referandum mijareka navxwe di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ye lê divê girîngiyek zêdetir bo Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Wezîrê Derve yê Almanya Zîgmar Gabriyel, ku şeva borî gihîşt Kurdistanê, îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Gabriyel û Serok Barzanî kongreyeke rojnamevanî lidar xistin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Wezîrê Derve yê Almanya li ser referandoma Kurdistanê axivî û got, ev mijar mijareka taybet di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye. Iraq ne li dijî referandumê ye ji ber ku Ebadî (serokwezîrê Iraqê) ji min re got ku Iraq daxwaza kurdan ya serxwebûnê fam dike. Lê em wek Almanya dixwazin di vî warî de tundî dernekeve. Helbet biryara gelê kurd baştirîn çare ye bo rewşa Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê jî axivî û got, referandum bo wê ye ku deng û xwasta gelê Kurdistanê bigihê cîhanê ji ber wê jî nayê wê wateyê em tundiyê hilbijêrin, emê bi rêbazên aştiyane û diyalogê karê xwe bikin. Ev dê bi sûda kurdan, ereban û hemû gelên navçeyê jî be.

Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku yên ku li dijî referandumê derdikevin mesele tam fam nekirine û got, referandum ji bona wê ye ku raya gelê Kurdistanê bigihê cîhanê.

Serok Barzanî li ser şerê rizgarkirina Mûsilê jî got, beriya ku şerê Mûsilê dest pê bike me û Bexda û hêzên hevpeyman pilanek hevbeş danî, di çarçoveya wê pilanê de Pêşmerge roja 17 Mijdara par heta 27 heman mehê erkên xwe bicîh anî û deverek bi dirêjahiya 100 km û berahiya 10 km paqij kir paşê artêşa Iraqê dest bi operasyona xwe kir.

Serok Barzanî da xuyakirin ku azadkirina Mûsilê nayê wateya nemana DAIŞê lê dê ziyanek mezin bigihe wê rêxistinê.

Wezîrê Derve yê Almanya li ser şerê DAIŞê û mêrxasiya Pêşmerge axivî û got, Pêşmerge di şerê DAIŞê de mêrxasî û qehremantiyek mezin nîşan da ji ber wê jî em gelekî hurmeta Pêşmerge digirin. Mêrxasiya Pêşmerge wisa kir ku çekên Almanî bigihên Pêşmerge, di demekî de ku şandina çekên Almanî bo derveyî welêt qedexe bû.

Zîgmar Gabriyel her wiha got, DAIŞ tenê li ser Herêma Kurdistanê û Sûriye û Iraqê tehdîd nîne li ser me û Ewropa jî tehdîd e. Ji ber wê jî dema Pêşmerge şerê DAIŞê dike ewlehiya Almanya jî diparêze.

Gabriyel ku di heman demê de cîgirê Serokwezîra Almanya Angela Merkel e jî, anî ziman ku hewandina ewqas koçber ji aliyê Herêma Kurdistanê ve karekî hêsan nîne û got, ji ber wê jî tenê di mijara şer de pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi alîkariyê nîne, di mijara koçberan de û di mijara başkirina rewşa civakî û gihandina nifşeka nû de jî pêwîstî bi alîkariyê heye.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa alîkariyên ku bo Pêşmerge hatine kirin jî kir û got, di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge hat kirin lê wek pêwîst çek nedan Pêşmerge.