Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Em dixwazin serbixwe bin da ku siberoja me ne wek dîrok û roja me ya îro be

Hewlêr-KDP.info- Serkirdeyê PDKê Hêmin Hewramî di semînarekê de li bajarê Koyê ragihand ku ew ji ber xatirê ti kes û aliyekî dest ji mafê xwe yê neteweyî bernadin.

Navenda PDKê li Koyê îro semînarek ji Hêmin Hewramî re li ser pirsa referandumê û serxwebûna Kurdistanê lidar xist û tê de Hewramî ragihand ku di dîrokê de ji me re eşkere dibe ku her ku welatên navçeyê lawaz bûne bi zimanekî nerim û xweş nêzîkî Kurdan bûne û piştî ku bihêz bûne, di serî de êrişî Kurdan kirine, lewma jî tenê serxwebûn dibe garantî ji Kurdan re ku ew siyaset dîsa neyên serê me.

Hêmin Hewramî behsa referandum û serxwebûna Kurdistanê kir û got ku pêwîst e gelê Kurd azadiya xwe ya giştî bidest bixe û mafên xwe yên neteweyî û niştimanî bikar bîne, ew jî bi riya referanduma serxwebûnê. Em dixwazin serbixwe bin da ku siberoja me ne wek dîrok û roja me ya îro be.

Wî serkiredeyê PDKê tekez kir ku heta niha qet derfeteke wisa baş ji bo Başûrê Kurdistanê nehatiye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Eger Kurd vê derfetê bikar neynin dê bikevin pêşiya berpirsyaretiyeke dîrokî de. Lewma jî em ji ber xatirê ti kes û aliyekî dest ji mafê xwe yê neteweyî bernadin.