Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda referandumê diçe Bexdayê

 

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar û Endamê Polîtburoya Ednan Muftî tekez dikin ku piştî civîna şanda Kurdistanê ligel Bexdayê ewê bernameyekê ji bo çawaniya birêveçûna piroseya referandumê li Kurdistanê deynin.

Kakemîn Necar di konferanseke rojnamevanî de ku peyamnêrê KDP.info tê de beşdar bû, ragihand: “Her demekê ku ew şand vegeriya û em ligel Bexdayê li ser referandumê gihîştin baweriyê, wê demê emê amadekariyan ji bo referandumê bikin.”

Hevdem Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî bi pêwîst dibîne ku nûnerên hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê di nava komîteya referandumê de beşdar bin û piştre nexşerêyek bo çawaniya birêveçûna referandumê amade bikin.

Helbet Kakemîn Necar jî dibêje dê nûnerê hemû aliyên siyasî di nava wê komîteyê de cîh bigrin.