Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda PDK û YNK diçin Kerkûkê û çarenivîsa wê gotûbêj dikin

 

Hewlêr-KDP.info- Şanda PDK û YNKê serdana bajarê Kerkûkê dike. Biryar e ew şand ligel Encumena Parêzgeha Kerkûkê bicive û pirsa çarenivîsa wê parêzgehê gotûbêj bikin.

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Nêzîk dê şanda PDK û YNKê serdana Kerkûkê bikin. Biryar e ew şand jibilî hatina Kerkûkê ligel aliyên navxwe yên Kurdistanê û bicive, herwiha serdana Bexdayê jî bike.”

Talebanî wiha got: “Encumena Parêzgeha Kerkûkê dixwaze Bexda demeke diyarkirî ji cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê re deyne, eger Bexda jî wî karî neke, Hikûmeta Kurdistanê û Encumena Parêzgeha Kerkûkê dê referandumê li Kerkûkê jî bikin.”

Li gorî Rêbwar Talebanî şanda hevbeş a PDK û YNKê dê wê dema diyarkirî ji bo madeya 140 ya ku daxwaza wan e ji Bexdayê, gotûbêj bikin.