Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 19:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Em nahêlin mîberên mizgeftan hizra tundiyê belav bike..Em rê nadin şerê mezhebî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, Pêşmerge bi exlaqên xwe yên bilind bûne parêzerên hemû gel û pêkhateyên navçeyê. Herwiha ragihand, nabe ku mînberên mizgeftan bibin amûrekî siyasî û hizra tundiyê belav bikin.

Konferansa olî ya bi navê "Ber bi gotareke olî ya henvseng li ser bingeha mirovdostî û aştiya civakî" li Hewlêrê dest bi karên xwe kir.

Di konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya rola Hêzên Pêşmerge kir ku li hemberî rêxistineke weke DAIŞê li berevaniyê dike.

Di beşekê axaftina xwe de wiha behsa şerê Hêzên Pêşmerge yê bi DAIŞê re kir: “Helwestekî mezin û girîng a Pêşmerge heye. Pêşmerge ji bo têkbirina DAIŞê cesareteke mezin nîşan daye. Hem pêkhateyên li Kurdistanê û hem jî sînorên din diparêze.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku çavê gelê Kurd û pêşmerge li mamostayên olî ye ku tundiyê ji holê rakin û got, ew naxwazin di navbera xelkê herêmê de pevçûnên mezhebî û nijadî derbikeve.

Nêçîrvan Barzanî amaje kir nabe ku mînber bibin amûrekî siyasî û herwiha daxwaz ji mamostayên olî kir ku rê nedin ku mînberên mizgeftan bo belavkirina hizra tundiyê bikar bên. Herwiha daxwaz ji wan kir ku nekevin bin bandorên siyasî û li şûna wê fikrê bihevre jiyanê xurtir bikin.   

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê wê yekê de wiha got: “Em rê nadin ti partiyekê ku ol û siyasetê têkel bike û xwe bike mînbera mizgeftan û bi navê Îslamê kar bo berjewendiya partiya xwe bike. Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwedî armancên netewî û niştimanî ye, lê ligel wê yekê de jî di wê baweriyê de ye ku berjewendiya gelê Kurdistanê di wê yekê de ye ku em cîranê navçeyeke aram û bi ewle bin, nek navçeyek pir nakokî û şerê mezhebî be. Herêma Kurdistanê dixwaze navçeyekî aram û bi ewle çêbibe û Hêzên Pêmerge kar ji bo wê yekê dikin û nîşan didin ku em gelekî li dijî terorê ne û em amade ne hevkar bin bo çespandina aştiyê li navçeyê.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Dîmenên Pêşmerge dema ku nimêj dikin berî ku êrişî terorîstên DAIŞê bikin û dîmenên Pêşmerge di parastin û rizgarkirina zarok û jinên bin destê DAIŞê, bê ku zanibin ser bi çi ol û mezhebekî ne, nîşan didin ku Pêşmerge xwedî exlaqekî bilind in. Xwedî wê exlaqê ku di hemû şoreşên Kurdistanê de hebû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya gotara xwe de wiha got: “Beriya 46 salan, dema ku Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê bi destpêşxeriya serokê şoreşa Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî û bi beşdariya bi bandor a zanayên hemû navçeyên Kurdistanê, hat damezrandin, pêwîst e wek ku çawa wê demê ew yekîtî bibû sedema yekîtiyekî temam ji civaka Kurdistanê re, niha jî heman canê yekgirtinê pêkve li ser bingehên serke yên pêkvejiyanê kar bikin, ew jî bo avakirina gotareke yekgirtî dûr ji tundiya olî û bo mirovdostî û aştî û aramiya civakî li Kurdistanê.”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact