Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê operasyona
Mûsilê de hişyariyek da û daxwaz ji hemû aliyan, berpirsan û dezgehên
ragihandinê kir ku cudahiyê nexin nava rêzên pêşmerge.
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê beşdarbûna Hêzên Pêşmerge ya ji bo
operasyona Mûsilê peyamek belav kir û got: “Di du salên dawiyê de bi
berxwedana gelê Kurdistanê û lehengiya pêşmerge, efsaneya DAIŞê hate
şikînandin. Niha şerê li dijî terorîstan di qonaxekî yekalîkirinê de ye û Hêzên
Pêşmerge bi hemahengiya ligel hêzên Artêşa Iraqê, beşdarî şerê azadkirina Mûsilê
dibe.”
Serok Barzanî diyar kir ku hemû hêzên pêşmerge bi yekrêz û yekdeng, bêyî
cudahiya hizbî û navçeyî beşdarî operasyonê dibin, erk û karê hemû aliyekî jî
hatiye diyar kirin.
Serok Barzanî got: “Hemû pêşmerge kur û ezîzê min in, bira û piştevanê hev in.
Daxwaz ji hemû aliyan, berpirsan û ragihandinan dikim ku cudahî û mûzayedeya
hizbî nexin nav rêzên pêşmerge. Pêşmerge yê hemû Kurdistanê ye û serketfina
pêşmerge jî serkeftina hemû Kurdistaniyan e.”
Mesûd Barzanî ji Wezareta Pêşmerge jî xwest ku kîjan kes yan jî berpirsên leşkerî,
li dûrî giyana nîştîmanî û pêşmergetiyê be, bi hizbî tevbigere, ji eniyên şer bên
dûrxistin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku kanal û dezgehên ragihandinê jî nûçeyên şer ên
xizmeta Kurdistanê û pêşmerge dike, bikin mijara mûzayedeya hizbî dê ji eniyên
şer bên d3urxistin û derbarê wan de rêkariyên yasayî bên kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de got: “Ji Xwedayê mezin
daxwaz dikim ku pêşmerge di vî şerî de serkeftî be û ji xelkê serbilind ê Kurdistanê
jî daxwaz dikim ku weke hemû caran piştevanê pêşmerge bin.”