Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê erikdarkirî bi avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê bi YNKê re civiya û piştî civînê ragihand ku YNK pêbendî rêkeftina xwe ye ya ku ligel PDKê îmze kiriye.
Mesrûr Barzanî piştî wê civînê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Mebest ji vê civînê ew bû ku YNK Cviyên kandîdê xwe ji bo hikûmetê pêşkêş bike, da ku hikûmet bilez ava bibe.”
Mesrûr Barzanî wiha got: “Erkê me avakirina hikûmetê ye û hevalên YNKê jî pêbendî wê rêkeftinê ne ya ku PDK û YNK di nav xwe de îmze kirine.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê şanda YNKê Îmad Ehmed jî di wê kongreya rojnamevanî ya hevbeş de ragihand: “Em hêvîdar in ku ligel PDK û partiyên din hikûmeteke bihêz bê avakirin. Rêkeftina me ligel PDKê heye û em pêbendî wê ne.”