Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 01:03 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Macron Bo Nêçîrvan Barzanî: Fransa bi hemû şiyanên xwe piştevaniya te dike
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di erkê wî yê nû de serkeftên jê re xwest. Macron herwiha got ku welatî wî dê bi hemû şiyanên xwe piştevaniya Nêçîrvan Barznaî bike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron nameyek taybet arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê kir û tê de pîrozbahî lê kir û hêviya serkevtinê ji bo erkê wî yê nû xwest.

Emmanuel Macron di nameya xwe ya ji bo Nêçîrvan Barzanî de dibêje diyar dike destbikarbûna we qonaxeke girîng e bo Herêma Kurdistan û bo hemû Iraqê ku niha ber bi aramî û aştiyê ve diçe.

Nameya Macron bi vî awayî ye:

“Birêz Serok,

Dixwazim germtirîn pîrozabhî li cenabe te bikim bi boneya hilbijartina te weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê. Hêviya serkeftinê ji bo te dixwazim di bicihkirina vê berpirsyariya mezin de.

Destbikarbûna we qonaxeke girîng e bo Herêma Kurdistan û bo hemû Iraqê ku niha dema aramî û aştiyê ye. Ez pê bawer im ku ezmûna cenabe te dûr û dirêj dê bibe alîkar ji bo sepandina aramiyê û Fransa bi hemû şiyanên xwe piştevaniya we dike.

Fransa û Kurdistana Iraqê bi rêya peywendiyên dîrokî bi hev re girêdane û di şerî hevbeş ê li dijî DAIŞê de peywendiyên xwe bihêztir kir.

Dixwazim bi taybeti spasiya xwe bo wê yekê bikim ku ew hemû qurbanîdana Pêşmerge û herwiha ji bo hewla desthilatdariya herêmê bo pêşwazîkirina ew koçberên ji ber destê cîhadiyên barbar reviyane kir. Hûn agahdar in ku em pabendê daxwazên Kurdan in di çarçoveya Iraqa yekgirtî, federal û demokratîk de. Her bi navê pêwendiyên taybet bû ku Fransayê di çareserkirina qeyranên piştî referanduma serxwebûnê rû dabûn de beşdarî kir. Em îro bextewer in pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşketine û bi saya rêkeftin li tevahiya Iraq aramî, ewlehî û geşêdan çêbûne.

Hêvîdar im di hemû waran de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de pêştir bikevin, di taybetî di warên aborî, kulturî û perwerdeyê de ku xelkê nêzîktirî hev dikin. Hûn di vê çarçoveyê de dikarin baweriya xwe bi rêveberiya Fransayê bînin.”


Ev nameya Serok Macron bo Serok Nêçîrvan Barzanî, îro danê sibehê Pêncşema 13.6.2019 ji aliyê Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Domînîk Mas ve gihîşt destê Nêçîrvan Barzanî.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact