Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 20 NOV 2019 22:16 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî dixwe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro 10ê Hezîranê bi amadebûna hejmarek ji serkirde, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê, merasîma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.

Roja 28ê Gulana 2019an Parlamantoya Kurdistanê bi piraniya dengan Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart.

Parlemantoya Kurdistanê jî roja 10ê Hezîranê bo sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir û ew merasîm dê li Hola Seid Ebdulah a Hewlêrê birêve biçe ji ber ku dê gelek mêvan di merasîmê de beşdar bibin.




Nûçeyên din

Frakisyona PDKê: Divê Helebce jî wek parêzgeh were hesabkirin

WEDNESDAY, 20 NOVEMBER 2019 18:11:39

Helebçe-KDP.info- Li Iraqê projeyên nû yên ji yasaya hilbijartinan hatine amadekirin û tê de Helebce wek parêzgeh nehatiye nîşandan. Lê Seroka Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Viyan Sebrî dibêje, zilm li Kurdistanê hatiye kirin û divê Helebce jî wek parêzgeh were hesabkirin.

 
“DAIŞ li navçeyên Kurdistanî bihêz bûye û li derfetê digerin ji bo ku êriş bikin”

WEDNESDAY, 20 NOVEMBER 2019 18:11:41

Hewlêr-KDP.info- Li hinek navçeyên Iraqê çekdarên ser bi DAIŞê ve, ev çend roj in ku dest bi tevgerê kirine. Fermandarekî Pêşmerge jî hişyariyê dide ji bihêzbûna DAIŞê û dibêje, ew terorîst li derfetekê digerin ji bo ku êriş bikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd li navçeyê pirseke mezin e û çareserkirina wê beşeke giring e ji bo aştiyê

WEDNESDAY, 20 NOVEMBER 2019 17:11:08

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye.”

 
“Di guhertina Destûrê Iraqê de destê xwe nadin mafên Kurdan”

TUESDAY, 19 NOVEMBER 2019 17:11:00

Bexda-KDP.info- Parlamrnterekî PDK li Bexdayê dibêje, di pêvajoya guhertina Destûrê Iraqê de destkariya mafê Kurdan nayê kirin, nexasim jî federalî û madeya 140 a navçeyên Kurdistanî.

 
Balafirên Tirkiyê li Xanesora Şingalê dan

TUESDAY, 19 NOVEMBER 2019 17:11:16

Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji devera Şingalê ragihand ku îro Sêşema 19.11.2019 balafirên şer ên Tirkiyê li nahiyeya Xanesorê ya ser bi Şingalê ve dan.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP