Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Qiyame ya Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê ji Xrîstiyanên Kurdistanê re şand û tê de got ku hûn beşekî azîz ji gelê Kurdistanê ne û hûnê beşdar bin di diyarkirina çarenivîs û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser bê), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Xristiyanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im hemû cejnên wan di xweşî û şadî û kameraniyê de derbas bin.
Cejin û helkeftên olî yên pêkhatên olî yên Kurdistanê, tekezkirin e li ser peyama aştî û pêkvejiyan û birayetiyê. Cihê şanaziyê ye ku li welatê me çanda pêkvejiyan û azadiyê reheke xwe ya dîrokî heye û Kurdistan di asta cîhanê de mînakeke geş e û erkê ser milê me hemû aliyekî ku em wê çandê pêşbixin û biparêzin.
Spas ji bo xwedayê mezin ku terorîst li ser destê Pêşmergeyên qehreman hatin têkşikandin û teror nekarî birayetî û yekrêziya di navbera pêkhatan têkbide. Hêvî dikim bi zûtirîn dem xuşk û birayên me yên Xristiyan yên ku mal û warê xwe bi cîh hiştine bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û dest bi jiyaneke nû û bextewer bikin.
Li vê helkefta pîroz da bi xuşk û birayên me yên Mesîhiyan radigihînim ku em hemû di yek welatî de dijîn û me çarenivîsekî hevbeş heye û hûn jî beşekî azîz ji gelê Kurdistanê ne û hûnê beşdar bin di diyarkirina çarenivîs û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de.
Bimînin bi xêr û xweşiyê de û hêviya aştî û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Mesûd Barzanî
15.04.2017”