Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 23 FEB 2018 21:43 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Baştirîn wefa ji bo şehîdan paşerojeke azad û serbixwe ye
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Di 29mîn salvegera komkujiya derheqê kurdên Başûrê Kurdistanê ya bi navê Enfalê de, Serok Barzanî ragihand: “Baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina paşerojeke azad û serbixwe ye, û ew yek tekane garantî ye ku careke din gelê me nekeve ber gefa dubarebûna wan tawanên ku derheqê me de hatin pêkanîn, û herwiha hemû pêkhate di jêr siya Ala Kurdistanê de bi biratî û aramî bijîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro înê 14ê Nîsanê, di bîst û nehemîn salvegera karesata Enfalê ya komkujiya derheqê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê de, peyamek belav kir.

Peyam bi van gotina dest pê dike: “Di bîst û nehemîn salvegera destpêkirina karesata Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me de, em hezaran silavan ji canê pakê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilind ên qurbaniyên karesata Enfalê dikin.”

Di beşeke din a vê peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihandiye: “Enfal rûpeleke şermezariyê ye li ser eniya dijminan û cîhanê û birînekî bi êş e jî li ser laşê mirovayetiyê, bi taybetî jî ewên ku li beramber vê karesatê bêdengî hilbijartin. Pêwîst e hewlên bi cenosîd nasandina Enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encamê. Em tekez jî dikin ku dewleta Iraqê berpirsiyar e li qerebûkirina kesûkarên serbilindên enfalkiriyan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê berdewam be li ser hewlên xwe yên ji bo vegerandina termên pîrozên hemû şehîdên Enfalê ji bo axa niştiman û pêwîst e bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalan bê kirin.”

Serok Barzanî di vê peyama xwe de herwiha dibêje: “Enfal û hemû ew tawanên ku li dijî xortên gelên me û xaka Kurdistanê hatine pêkanîn, belgeyên zindî ne ji bo rewatiya maf û daxwaziyên me û nabe ku ew hemû qurbanîdan bê encam be.”

 



Nûçeyên din

Parlamenterê PDKê yê ku çûbû Efrînê: Emê peyama Efrînê bighînin welatên cîhanê

THURSDAY, 22 FEBRUARY 2018 22:02:07

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê PDKê di şanda Parlamentoya Kurdistanê de ya ku çûbû Efrînê, Elî Halo ragihand ku wan dest bi serdana nûnerên welatên cîhanê yên li Kurdistanê kirine, ji bo ku peyama Efrînê bighînin wan û ew jî alîkariya wî bajêrî bikin, “bersiva wan erênî bû.”

 
Mesrûr Barzanî dê li Amerîka ligel berpirsên Koşka Spî bicive

THURSDAY, 22 FEBRUARY 2018 22:02:02

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihişt Amerîka û biryar e di wê serdanê de bi hejmarek ji berpirsên pilebilind ên wî welatî re bicive.

Rûsya: Divê hikûmeta Sûriyê ligel Kurdan gotûbêjan bike

WEDNESDAY, 21 FEBRUARY 2018 19:02:54

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê hikûmeta Sûriyê dest bi gotûbêja ligel Kurdan bike û got: “Tevgerên Amerîkayê yên ser veqetandina Kurdan ji Sûriyê, xizmeta çareseriyê nekir.”

 
Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa Efrînê gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 21 FEBRUARY 2018 18:02:51

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, li Selaheddîn pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrya (ENKS) kir û di wê civînê de rewşa Efrînê hat gotûbêjkirin.

 
Hêzên Sûriyê derbasî Efrînê bûn

TUESDAY, 20 FEBRUARY 2018 19:02:05

Ajans-KDP.info- Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ku bi Hêzên Gel an jî Hêzên Şeibî tên naskirin, derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn. Derbasbûna wan hêzan piştî rêkevtina navbera YPGê û hikûmeta Sûriyê hat.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP