Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 24 APR 2017 04:27 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî: Emê ji bo serxwebûnê îsal referandumê bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Berîtanyayê bi Serokatiya wezîrê dewlet bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Tobias Martin Ellwood kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo ragihandina serxwebûna xwe, dê îsal referandumê lidar bixe.

Di civînê de ku balyozê Berîtanyayê yê li Iraqê û nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Berîtanyayê jî tê de beşdarbûn behsa têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Berîtanyayê û pêşhatên siyasî, leşkerî û qonaxa Iraqa piştî DAIŞê hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û şanda Berîtanî tekez li ser girîngiya karên hevbeş yên bo çareser kirina kêşeyên siyasî yên ku beriya şerê dijî DAIŞê hebûn hate kirin û di vê derbarê de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Bawerî di navbera pêkhateyên Iraqê de nemaye û mezintirîn kêşe li Iraqê nebûna baweriyê di navbera pêkhate û aliyan de ye, lêbelê têkbirina DAIŞê derfeteke baş diafirêne da ku hewl bo çareserkirina mayînde û rastîn ya tevahiya kêşeyên berê û yên niha yên Iraqê were dayîn.”

Di beşeke din ya civîna han de behsa kêşe û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de hate kirin û Mesrûr Barzanî tekez li ser mafên welatiyên Kurdistanê kir û got: “Dê îsal Kurdistan ji bo ragihandina serxwebûnî refrandumê bike, jiber ku dema vê yekê hatiye û part û aliyên siyasî guhdariya daxwazên xelk bikin.”

Ji aliyê xwe ve jî Tobias Martin Ellwood balkêşande ser biryara hikûmeta Berîtanyayê ya bo pêşkêşkirina piştîwaniya leşkerî bo hêzên pêşmerge û tekez li ser dom kirina ew piştîwaniya han kir.

Ellwood herwiha pêngavên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Kurdistanê de jî bi girîng wesif kir û got: ”Dibe ku Kurdistan bibe nimûneyeke baş a demokrasiyê.”

Di dawiya hevdîtina han de her du aliyan tekez li ser bihêztirkirina têkiliyên dualî yên di navbera Berîtanya û Kurdistanê û herwiha dostatiya navbera Kurdistan û Berîtanyayê di şerê dijî terorê de kir.
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî û şanda Rewta Sedir rewşa Iraqê gotûbêj kirin

SATURDAY, 22 APRIL 2017 19:04:32

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sedir kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan ronahî xistin li ser hemahengî û karê hevbeşê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê ku serkeftineke mezin li beranber terorîstan da pêkhatiye.

 
Hikûmeta Kurdistanê roja rojnamevaniya kurdî li rojnamevanan pîroz kir

SATURDAY, 22 APRIL 2017 12:04:04

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja rojnamevaniya kurdî li hemû rojnamevan û medyakarên Kurdistanê pîroz kir û ragihand, hikûmet bi hemû hêza xwe piştevaniya maf û azadiya rojnamevaniyê û ramanê dike.

 
Serok Barzanî bo rojnamevanan: Piştgiriyê li referandum û serxwebûna Kurdistanê bikin

SATURDAY, 22 APRIL 2017 11:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji rojnamevanan kir, ku piştgiriyê bidin proseya referandumê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

 
Serokê ENKSê: Emê dîsa ofîsên xwe vekin..PKK ji xebata me ditirse

THURSDAY, 20 APRIL 2017 20:04:43

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, zêdetirî 40 ofîs û navendên wan ji aliyê PKKê ve rastî êrişan hatine û ew ofîs hatine girtin, lê ewê dîsa wan ofîsan vekin û li ser xebata xwe berdewam bibin. Herwiha PKK ji ber xebata me ya dîplomatîk rastî tirseke mezin hatiye.

 
Serok Barzanî: Pêşmerge pêşmergeyên Kurdistanê ne, ne yê ti partiyekê ne

THURSDAY, 20 APRIL 2017 19:04:32

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda hevbeş ji dezgeha û Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn civiya.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP