Hewlêr-KDP.info- Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bilindkirina ala Kurdistanê bi fermî li ser bajarê Kerkûkê pîroz dikin û dibêjin ev pêngava dîrokî nîşana serxwebûna Kurdistanê ye.
Piştî ku îro Sêşema 28-3-2017 Encumena Parêzgeha Kerkûkê biryara bilindkirina ala Kurdistanê li ser dezgehên hikûmî û fermî yên Kerkûkê pesend kir, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê di nava torên civakî de kêfxweşiya xwe bi wê biryara dîrokî nîşan dan.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Abo li Facebooka xwe nivîsandiye: “Îro rojeke dîrokî ye. Êdî Kerkûk bi fermî vegeriya ser Herêma Kurdistanê. Ala rengîn li ser dezgehên wê yên fermî bilind bû. Barzaniyê Nemir her digot Kerkûk dilê Kurdistanê ye û ew yek bicîh hat. Paşeroja Kuridstanê bê dilê wê (Kerkûk) nabe.”
Herwiha çalakvan Newroz Osman jî dibêje: “Neviyê Barzaniyê Nemir û Qazî Mihemed û Şêx Seîd û Syid Riza ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind kirin. Ev dîmen ji keda bi hezaran heşîd e. Dilê Kurdistanê ala rengîn lixwe dike. Axa Kurdistanê rizgar dibe û Kurd ji hemû cîhanê re piştrast dikin ku ew miletê herî hêjayî jiyan û azadiyê ne.”
Çavdêrê siyasî Behzad Qasim nivîsandiye: “Biryara bilindkirina ala Kurdistanê li ser Kerkûkê, pêngava yekem e bo serxwebûnê, herwiha ji bo naskirina helwestên herêmî û navdewletî ye. Her wek Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tekez dike, piroseya serxwebûna Kurdistanê berdewam e û ranaweste.”
Ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rojnamevan û çalakvan Serdar Darî jî dibêje: “Biryara bilindkirina ala Kurdistanê li ser hemû dezgehên fermî yên Kerkûkê destkeftekî din e ji destkeftên siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî û qehremaniya Pêşmergeyên leheng.”
Sernivîserê rojnameya Kurdistan Umer Koçerî jî ji Hewlêrê tekez li ser wê yekê dike ku, “Bilindkirina ala Kurdistanê li ser Kerkûkê xwedî amajeyeke bihêz e û gelek nameyan lixwe digre, ku ew Kerkûka têra xwe zilm guhertina demografiyê tê de çêbûye, qet ji reng û bingeha xwe ya Kurdistanî neketiye. Niha jî divê berjewendiyên teng ên hizbî bên piştguhxistin û êdî karê hevbeş ji bo xweşkirina riya Serok Barzanî ji bo serxwebûna Kurdistanê û di nav de jî Kerkûkê, bê kirin.
Rojnamevan ji bajarê Efrînê, Şoreşvan Betal li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsandiye: “Pejirandina biryara bilindkirina ala Kurdistanê li ser Kerkûkê, serkeftineke din e ji destkeft û serkeftinên Herêma Kurdistanê, ku ew yek jî vedigere bo qurbaniyên Hêzên Pêşmerge û hewl û keda Barzanî.”
Hejmareke mezin ji Kurdên Rojava bi dilekî xweş ala rengîn li Kerkûkê pîroz dikin, lê wek çalakvan Raîd Mihemed li ser malpera xwe dibêje: “Ma kengî emê li Qamişlo jî ala Kurdistanê bi fermî hildin.”
Herwiha çalakvan Danîş Mişo jî nivîdandiye: “Ala Kurdistanê li ser dezgehên Kerkûka Kurdistanî bilind bûn. Ala Sûriyê jî li ser dezgehên Rojavayê Kurdistanê bilind dibin. Ha ev cudahiya di navbera Pêşmerge û PKKê de ye.”
Tê zanîn ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê pir bihêz bi vê ala Kurdistanê ya ku li Kerkûkê hat bilindkirin, girêdayî ne û weke ala xwe ya neteweyî dibînin. Hêviya wan ew e ku wek çawa îro ev al bi fermî li Kerkûkê bû, wisa li hemû Rojavayê Kurdistanê jî nêzîk bilind bibe û ew di bin siya wê de û di bin navê Kurdistanê de bijîn.