Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 00:11 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

ENKS: Pirojeya mafê Kurdan tê de nebe, em qebûl nakin
| KDP.info


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên ENKSê Kamîran Haco dibêje, “me daxwaz kiriye ku ew pirojeya derbarê Sûriyê hatiye amadekirin, bê serastkirin ji ber ku daxwazên me tê de tune ne, lewma jî daxwazên me neyên cîbicîkirin em bi wê pirojeyê razî nabin.”

Kamîran Haco ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha me biryara vekişandina ji kongereya Cenêfê nedaye, lê em li ser pirojeya Srîfan De Mîstura nerazî ne, ji ber ku daxwaza avakirina Sûriyeke Erebî û Îslamî tê kirin, em jî daxwaza Sûriyeke fire netewe û pêkhate û demokrat û fire ol dikin, eger wisa jî nebe em razî nabin.”

Haco wiha domand: “Me daxwaz kiriye ku ew piroje bê serastkirin. Em bi ti awayekî pirojeyekê qebûl nakin eger mafê Kurdan tê de nebe û herwiha jî hinek daxwazên me yên din derbarê pirsa Kurdî hene û divê bên qebûlkirin.”




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact