Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, çawa Pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdan û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbaskirin, pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwestê jî li hember tevahiya metirsiyan rawestin.
Herwiha di peyama Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat jî, pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê pêngavên xwe bileztir bikin, daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.
Ev jî tekesta peyama Mesrûr Barzanî ye:
“Sersala Kurdî û cejna netewî ya Newrozê li tevahiya aliyan pîroz dikim
Sersal û cejna netewiya Newrozê li malbetên serfiraz yên şehîdan, Pêşmergeyên leheng û qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê, polîs û tevahiya gelê berxwedêr yê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya cejneke xweş û karmeran ji wan re dixwazim.
Niha ku dever di nava guhertinên bilez de ye, hêviya pêşerojeke geş bo gelê me ji me tê kirin, çawa Pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdan û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbas kirin her wisa jî lazim e tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwest, yek îrade û bi canê nîştimanperwerî û hezkirin ji xak û netew li hember tevahiya wan metirsiyan rawestin, da ku bikaribin ew qonaxa han derbas bikin û bigehêjin bi xweziyên şehîdan ku xweziya sazmandehî kirina nîştiman û welateke serfiraz û bihêze û lazim e em jî bo vê yekê pêngavên xwe bileztir bikin, daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.
Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya dezgehên ewlekarî dikin, weke hertim hişiyar û çav vekirî bin bo dabîn kirina rewşeke aram û biewle bo tevahiya welatiyên hêja û birûmet û ew kesên ku jiber tundûtîjî û şerên deverên din berê xwe dane Kurdistanê.
Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
20 Adara 2017”