Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 13:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Çavdêrekî siyasî Êzdî bo PKK: Eger hûn ji Şingalê dernekevin, emê we derxînin
| KDP.info


Almanya-KDP.info- Çavdêrekî siyasî Êzdî dibêje, eger Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê PKK ji Şingalê dernexin, emê wek Êzdî wan devera xwe derxînin.

Wî çavdêrê siyasî yê bi navê Hesen Qewal Reşîd ku kesayetiyekî diyar e di nava Êzdiyan de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li nava Şingalê bandoreke pir nerênî li ser Êzdiyan dike. Niha li Xanesorê dixwazin rêveberiyeke cuda ji xwe re ava bikin û wê rêveberiyê jî ser bi Kantona Cezîrê ve bikin. PKK hewl dide birayetiya Êzdiyan têk bide. Zarokên 12 salê bi çek dikin û wan dibin Qendîlê.”

Hesen Qewal Reşîd wiha got: “Eger Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê PKK ji Şingalê dernexînin û eger PKK jî bi xwe dernekeve, emê wek Êzdî wan derxînin. Ev cara dawî ye ku em daxwaz ji wan dikin ku ji Şingalê derkevin, ji ber ku êdî Êzdî pir ji wan dilgiran bûne.”

Wî çavdêrê siyasî wiha domand: “Cihê xebata PKKê ne Şingal e, cihê xebata wan Bakurê Kurdistanê yê di bin destê Hikûmeta Tirkiyê, ye. Bila kerem bikin û biçin li wir nîvê xebata Herêma Kurdistanê bikin. Şingal Kurdistanî ye û xwedî Hêzên Pêşmerge ye û ti pêwîstiya Kurdistanê bi PKKê ve tune ye.”

Wî kesayetiya Êzdî ragiahnd: “Êzdî dixwazin ji Bexdayê dûr bikevin û bibin beşek ji Herêma Kurdistanê, ji ber ku bi bawriya me em nikarin ligel dijminê xwe bijîn.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê kirin

MONDAY, 22 APRIL 2024 22:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

 
Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

MONDAY, 22 APRIL 2024 20:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

 
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li rola giring a karê rojnamevaniyê dinêre

MONDAY, 22 APRIL 2024 19:04:06

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact