Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 05:33 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PKK Xanesor kiriye serbazgeh..Belgehên veşartî eşkere dibin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, PKK ji sînorê navçeya Raperîn heta bi dighê Kerkûkê destê xwe daye çalakiyên çekdarî. Serokê Encumena Şingalê jî dibêje, PKK Xanesor kiriye serbazgeh.

Necat Hesen ku Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê ye li Raperîn, ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê li sînorê me bi azadî û bi otomobîlan tên û diçin. Deverek kontrol kirine ku 42 gundên wê dikevin sînorê me de. Li navçeyên Serşîu û Merdo û Qelatukan û Lêwje …. tevgerên xwe çekdarî dikin.”

Hesen wiha got: “Çekdarên PKKê bi şev tên nava bajarê Qeladizê. Bi çekan tên nava bajaran û digerin. Destê xwe danîne ser bi dehan gundên navçeyê û li cihna xalên kontrolê danîne. Ji Raniye heta bi Koye û Kerkûkê, tevgera wan çekdaran zêde ye.”

Herwiha Serokê Encumena Şingalê amaje bi wê yekê dike ku roj bi roj PKK hêza xwe li Xanesorê zêde dike û dixwaze Şingal û Xanesorê ji Kurdistanê veqetînin.

Li gorî belgehekê ku ketiye destê malpera KDP.info, ji 21-10-2014 ve, Cuma Hesen Usman (Delîl Amed) Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên KCKê li Bexdayê razîbûn ji Bexda wergirtiye ku PKK destê xwe deyne ser Şingal û Tilefer. Herwiha Bexda azadî daye PKKê ku çi sîstemekê li ser wê navçeyê feriz bike.

Herwiha di 26-10-2014ê de, şandeke Iraqî bi nihênî serdana bajarê Silêmaniyê kiriye bo berdewamiya têkeliya di navbera Bexda û PKKê de.

Di 11-12-2014ê de, şandeke hevbeş ji asayişa niştimanî ya Iraqê û Îran û PKKê (Delîl Amed û Muqedem Ezîz Şinawe) li Dezgeha Asayişa Niştimanî civyane û behsa têkeliyên di navbera PKK û Îran û Iraqê de kirine.

Serokê Encumena Şingalê Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragohand: “PKK hêzeke mezin ji Rojavayê Kurdistanê aniye Xanesorê. Dixwazin îdareyeke nû li ser Xanesor û Şingalê feriz bikin û wê navçeyê ji Kurdistanê veqetînin. Eşkere ye ku berjewendiyên xelkê cîbicî dikin û Xanesor kirine serbezgehek.”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact