Şingal-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Emîd Simê Boselî dibêje, veqetandina çekdarên PKKê yên ser bi YBŞê û tevlîbûna wan di nava refên Pêşmerge de berdewam dike û heta niha hejmara wan gihîştiye 170 kesî.
Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her ji dema vekirina deriyê hatina çekdarên PKK û YBŞê bo nava Hêzên Pêşmerge, rojane çendîn çekdarên wan vediqetin û tên tevlî Hêzên Pêşmerge dibin, ku tenê duhî 21 çekdarên wan hatin û me pêşwaziya wan kir.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha doamnd: “Heta niha 170 çekdarên PKKê li wê deverê pêwendî bi Hêzên Pêşmerge kirine û roj bi roj jî hejmara wan zêde dibe. Me komîteyeke pêşwaziyê li wan pêk aniye û piştî Newrozê jî emê dest bi perwerdeya wan a leşkerî bikin.”