Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 16 AUG 2017 20:28 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Baştirîn dilsozî ji bo şehîdan serxwebûna Kurdistanê ye
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta 29emîn salvegera Komkujiya Helebceyê ragihand ku, "Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye."

Îro 29emîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye.

Di 29emîn salvegera kîmyabaran û jenosîda Helebcê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê ji bo bîranîna Helebceyê peyamek weşand û wêneyekî xwe yê digel pêşmergeyan belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye: "Di gel polek Pêşmergeyên qehreman di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê. Baştirîn dilsozî ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye.”
 




Nûçeyên din

PDKê bang li xelkê Kurdistanê: Bêjin ERÊ di referandumê de

WEDNESDAY, 16 AUGUST 2017 10:08:20

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya 71emîn salvegera damezrandina PDKê de bang li cemawerê têkoşer ên PDKê û tevahiya xelkê Kurdistanê kir ku roja 25 Îlonê biçin ser senduqên referandumê û bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re.

 
Serok Barzanî: Serxwebûn armanca PDKê ye û tenê ew rê li pêşiya me maye

TUESDAY, 15 AUGUST 2017 18:08:48

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 71emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav û tê de ragihand ku baştirîn dilsozî li hemberî xwîna şehîdan serxwebûna Kurdistanê ye ku armanca PDKê ye û tenê ew rê li pêşiya Kurdistanê maye.

 
Li Bakurê Kurdistabê piştgiriya referanduma Başûr zêdetir dibe

TUESDAY, 15 AUGUST 2017 17:08:01

Mêrdîn-KDP.info- Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) kongreya xwe ya asayî ya yekemîn li Mêrdînê li dar xist û digel kongreyê, şaxa partiya xwe ya Mêrdînê jî vekir. Di kongreyê de piştevaniya referanduma serxwebûnê hate ragihandin.

 
Balyozê Îranê: Hewlêr û Bexda bigihin çi encamê, em piştgiriyê lê bikin

TUESDAY, 15 AUGUST 2017 16:08:17

Bexda-KDP.info- Piştî civîna şanda Bilind a Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Îranê li Iraqê, Îrec Mescidî ragihand, Hewlêr û Bexda li ser çi li hev bikin, ewê piştevaniyê lê bikin.

Hewramî: Helwesta Urdinê li ser referandumê erênî ye

MONDAY, 14 AUGUST 2017 22:08:24

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dîvdeçûnên Karûbarê Siyasî û Pêwendiyên Giştî yên Ofîsa Serok, Hêmin Hewramî di dema pêşwaziya wî de li Konsulê Urdinê li Hewlêrê ragihand ku helwêsta Urdinê li ser referanuma Başûrê Kurdistanê erênî ye.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP