Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 28 APR 2017 13:14 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Çekdarên PKKê bi xwe ew keça Kurd kuştin
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Roj li Şingalê dibêje, ew keça ku duhî li Xanesorê hat kuştin, çekdarên PKKê bi xwe gule berdane wê û ew kuştine.

Derbarê wê bûyerê, Fermandarê Pêşmergeyên Roj Qadir Şêx Mem ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK xelk li hemberî çeperên Pêşmerge kom kiribûn û çekdarên xwe jî tevlî wan kiribûn, da ku êrişî Hêzên Pêşmerge bikin û ji wan re bêjin ji Şingalê vekişin. Di wê demê de hêzên polîsên sivîl hatin da ku ti pirsgirêkên mezin çênebin. Lewma jî xelk vegerin, lê çekdarên PKKê li dijî vegera wan bûn û gule berdan wan ji bi ku vegerin û pevçûn di navbera wan û Pêşmerge de derkeve, helbet wê demê guleyek keçeke Kurd bi navê Naze Nayif ket û di encamê de wê keçê jiyana xwe jidest da. Hêzên Pêşmerge tenê yek gule bernedan wan xwepêşanderan.

Şêx Mem wiha got: “Niha rewş aram bûye, lê Hêzên Pêşmerge berdewan li hemberî her êrişeke PKKê di amabaşiyê de ne.”




Nûçeyên din

PDK: Êdî cîhan pir baş mafê gelê Kurd fêm dike

THURSDAY, 27 APRIL 2017 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya şandekê ji Balyozxaneya Brîtanya li Hewlêrê ragihand ku êdî cîhan û civaka navdewletî têgiheştineke baş li cem wan çêbûye ji bo mafê gelê Kurd.

 
Parlamentoya Iraqê: Divê hêzên biyanî ji Şingalê derkevin

THURSDAY, 27 APRIL 2017 15:04:30

Bexda-KDP.info- Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de biryar li ser derxistina her hêzeke biyanî ku bibe sedema çêkirina metirsiyê li ser welatên derdorê. Parlemanterekî PDKê jî eşkere dike ku parlamentoyê daxwaza qerebûkirina kesan dike ku ziyan ji bombebarana Tirkiyê dîtine.

 
Berwarî: Em dihatin kîmyabarankirin û PKKê jî alîkarî ji Iraq û Sûriyê distend

THURSDAY, 27 APRIL 2017 14:04:07

Hewlêr-KDP.info- Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî dibêje, PKK di dema ku xelkê Kurdistanê dihatin kîmyabarankirin û enfalkirin, alîkarî ji rêjîmên Beis ên li Iraq û Sûriyê distend. Herwiha tekez dike ku êdî qet PKK nabe hêzekî Kurdistanî.

 
Erdogan û Yildirim bo Serok Barzanî: Êrişa li Şingalê bi şaşî bû

WEDNESDAY, 26 APRIL 2017 21:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kirin û dilgiraniya xwe li hember şehîdbûna 6 pêşmerge û birîndarbûna 8 pêşmergeyan nîşan dan. Erdogan û Yiildirim serxweşî li Barzanî kirin û gotin, ku bombebarana pêşmerge li Şingalê bi şaşî çê bûye.

 
Efrîn- PKK êriş kiriye ser mala serkirdeyê ENKSê

WEDNESDAY, 26 APRIL 2017 21:04:04

Efrîn-KDP.info- Endamê Serkirdatiya ENKSê û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo ragihand ku duhî danê êvarê çekdarên PKKê li navçeya Eşrefiye ya Efrînê êriş kirin ser mala wê û ew û malbata wî ji kuştinê filitîn.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP