Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 27 MAR 2017 15:42 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Asayişa Şingalê: 250 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Asayişa bajarê Şingalê ragihand, piştî bûyera Xanesorê bi dehan çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane.

Rêveberê asayişa Şingalê Qasim Simo ji malpera KDP.info re ragihand ku, ji destpêka îsal ve heta niha zêdetirî 250 çekdarên Êzîdî ji PKKê veqetiyane.

Qasim Simo daye zanîn ku tenê piştî bûyera Xanesorê, zêdetirî 100 çekdarên êzîdî ji nav PKKê derketine û roj bi rojî zêde dibe.
Rêveberê asayişa Şingalê daye xuyakirin ku PKKê dixwast kurdên êzîdî li dijî Pêşmerge bikar bîne lê kurdên êzîdî zanîn ku qesta PKKê derxistina aloziyê ye ji ber wê jî jê vediqetin.




Nûçeyên din

Êzdî: Karê PKKê tenê ziyan û têkdan e..Me rastiya wan naskiriye

SUNDAY, 26 MARCH 2017 22:03:09

Dihok-KDP.info- Berpirsê Şaxa 20 ya PDKê li Şêxan Mehmûd Êzdî ragihand ku, PKK jibilî zerer û ziyan û têkdanê tiştekî din nake. Herwiha dibêje, êdî Êzdî rastiya PKKê naskirine ku xizmeta wan nake, lewma jî pêwîst e zû ji Şingalê derkeve.

 
Nameyek Kurt ji General Îhsan Nûrî Paşa re

SUNDAY, 26 MARCH 2017 21:03:24

Konê Reş

Xwediyê herêma Kurdava! General Îhsan Nûrî Paşa (1892 – 1976)!

Ezbenî li me bibûre.. Bibûre eger kêmasiyên me hebin, me efû bike, me bibexşîne.. Berî du rojan, di 25 Adara 2017an de, 41 saliya koçkirina te derbas bû, ji mafê te bû ku em te bi gerimbûn bibîr bînin; gul û kulîlkan li ser gora te deynin..

Şingal- 300 çekdarên PKKê tevlî Pêşmerge bûne

SUNDAY, 26 MARCH 2017 17:03:02

Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî dibêje, cudabûna çekdaran ji PKKê berdewam e û heta niha zêdetirî 300 çekdarên wan veqetiyane û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.

 
Sinûn- 300 malbatên Xanesorê ji tirsa PKKê newêrin vegerin malên xwe

SUNDAY, 26 MARCH 2017 17:03:25

Sinûn-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo dibêje, ji tirsa PKKê 300 malbatên Xanesorê koçberî ser Çiyayê Şingalê bûne û newêrin vegerin malên xwe.

 
Mûsil- DAIŞê 230 sivîl xistin nav xaniyan û teqandin

SUNDAY, 26 MARCH 2017 17:03:04

Mûsil-KDP.info- Fermandariya Operasyonên Hevpeş derbarê li Mûsilê kuştina 230 sivîlan de ragihand, ku DAIŞê ew kes xistine xaniyan û bi bombeyan xanî teqandine. Fermandariyê îdîa kir, ku şahidên vê bûyerê hene û li ser bombebarana firokeyan ti belgeyek nîne.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP