Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 05:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û UN qonaxa piştî DAIŞê li Mûsilê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, qonaxa piştî DAIŞê li Mûsilê hat gotûbêjkirin.

Îro dûşem 13.03.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û şandekî li gel kir.

Di vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê û ji bo serkeftinên hêzên Pêşmerge û têkşikandina terorîstan jî pîrozbahiyê li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir.

Her wiha ji bo cejna newrozê pîrozbahiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Di hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Musilê xistin ber behs û her du alî di derbarê qonaxa piştî DAIŞê û gefên wê qonaxê û rola pêkhatan û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha dabînkirina asayîş û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa bîr û ramanên xwe xistinrû û şanda mîhvan amadehiya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo pêşkêşkirina hevkariyên li vî derbarî de derbirî.

Di vê civînê de şanda mîhvan hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li operasyona azadkirina Mûsilê bilind nirxand û bi sedema serekiya serkeftinên operasyonê û berdewambûna wê hemahengiyê bi pêwîst dane zanîn.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û rewşa emnî û siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact