Barzan-KDP.info- Bi mebesta nûkirina soz û peymanê, û rêzgirtin li xebat û berxwedana bavê neteweya Kurd Barzaniyê nemir û Îdrîsê herdem sax, rojane çîn û xelkên herçar perçeyên Kurdistanê serdana mezarên nemiran li devera Barzan dikin.
Sibe Sêşemê, ku salvegera roja jidayikbûna Barzaniyê nemir e, tê pêşbînîkirin ku hejmareke berçav ji çîn û xelkê Kurdistanê serdana mezarên nemiran bikin û soz û peymana xwe bo rêbazê Barzaniyê nemir û PDKê nû bikin.