Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 10:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê dê bi diyalogê û dûrî ji tundutîjî pêk were
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê biryardana li ser çarenûsa Herêma Kurdistanê de li ti ceheke cîhanê yekgirtina bi zorê yan ji hevdû cûdakirin bi zorê serneketiye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro roja Şemiyê 11.03.2017 ligel şandeke navendî ya Diyaloga Rafîdeyn civiya ku ji hejmarek kesayetî û rewşembîr, siyasî, parlementer, nivîskar û medyakarên Iraqê pêk hatibû.

 


Di vê civînê de mijarên serxwebûna Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin gotûbêjkirin.
Mesûd Barzanî bal kişand li ser dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û amaje kir ku dewleta Iraqê li ser bingeha pêk anîna mafên ereb, kurd û pêkhateyên dî hatiye avakirin û wiha domand: “Lê belê beşa Kurdistanê bedela vê yekê bi wêrankirina 4 hezar û 500 gundan, enfalkirina 182 hezar kesî, qetlîmakirina 12 hezar kurdên feylî û 8 hezar Barzaniyan û kîmyabarankirina Kurdistanê dan.
Li gel van hemûyan jî gelê Kurdistanê di Şoreşa Îlonê de û qonaxên din ê xebata xwe de yek car jî hêvî bi teqandin û kirdarên dijî xelkê sivîl nekir. Herwiha li Raperîna 1991ê de jî bi navê vekirina rûpeleke nû li gel dewleta Iraqê gelê Kurdistanê dest bi tolhildanê ve nebir.”
Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa qonaxên piştî rûxana rejîma Beas kir û balkişand li ser hewlên xwe û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Telabanî yên bi navê alîkarikirina aliyên Iraqê ji bo nivîsandina destûr bingehîn û pêkanîna Iraqeke demokrat û federal ku têde mafên hemû aliyek parastî û cîgir bibe.
Ji kesên di civînê de Barzanî  behsa vê yekê jî kir ku gelek hewldan aliyên Iraqê sûd ji ezmûna Kurdistanê werbigrin û ber bi tolhildana hevdû ve kes gavan navêjin û şaşiyên berê dûbare nebin, Lê belê bi kirdarî û biryarên hikûmeta Iraqê berevajiya wan bingehan bû ku li destûr de hatibû cîgir kirin û wiha pê de çû: “Kar gihîşt tolhildan û kûrtirbûna eşîrî û dorpêçkirina Pêşmerge û êrişkirina Kurdistanê û birîna debara gelê Kurdistanê. Ev hemû nîşanên wateya şikesta bingeha hevgirtinê bû û gelê Kurdistanê jî ne berpirse ji wê êşa li ser Iraqê de hatiye û berpirsiyariya vê rewşê dikevê ser navend û aliyên Iraqê.”
Serok Barzanî tekez li ser mafê gelê Kurdistanê li biryardana li ser çarenûsa xwe kir û got: “ Li ti cîheke cîhanê yekgirtina bi zorê yan hevdû cûdakirina bi zorê serneketiye.”
Di derbarê vê behsê de Barzanî balkişand li ser serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir ku serxwebûn dê dûrî ji tundutîjî û di çarçoveya diyalog û hevdû têgihiştin pêk were û dê bibe bingeha çareserkirina kêşeyan.
Serok Barzanî pêşwaziya hemû cûre diyalog û raguhertinê kir û bi hengavekî gelek baş zanî ji bo hevdû têgihiştin û gihiştina bi encama bi sûd.
Her di vê civînê de beşdariyan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê serxwebûna Kurdistanê û paşaroja navçeyên derveyê Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî DAIŞê de ji Serok Barzanî re behs kirin û çend pirsiyarek di derbarê van mijaran pêşkêşî Barzanî kirin.
Di derbarê paşaroja wan navçeyên ku di şerê DAIŞê de pêşmerge azad kirine de Barzanî ev yek dûpatkir ku yi kes û aliyek nikare sîxeyekî diyarîkirî li ser xelkê van navçeyan bisepênê û çarenûsa van navçeyan ji aliyê runiştvanên navçeyê ve dê were diyarkirin.
Serok Barzanî eve jî ji bo beşdariyan şîrove kir ku piştî rûxana rejîma Sedam Hisên baweriyeke tevahî hebû ku dikarin dewleteke federal û demokrat dabimezrê û hemû hewlek jî ji bo vê yekê daye lê belê rûdanên piştî wê nîşan dan ku li Bexda çanda gef û bi pêvek dîtina Kurd û binpêkirina yekgirtinê her berdewam e.
Di dawiya axaftina xwe Barzanî beşdarî ji wê yekê jî agahdar kir ku divê rêz li raya giştî ya Kurdistanê û daxwaz û îradeya wan bê girtin û herwiha tekez jî li ser pêwîstiya rêzgirtina li îrade û daxwaza pêkhatên neteweyî û oliyên Iraqê û paşaroja wan kir.
 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact