Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 28 APR 2017 13:13 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Zimanê HAWARê Zimanê Axaftina Amûdê bû
| KDP.info


Konê Reş

Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê tekane bajar bû di Beriya Mêrdînê û Cizîrê de. Ne Qamişlo hebû, ne Hesekê, ne Dêrikê, ne Tirbespiyê û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê bû. Nisêbîn jî wek gundekî bû. Amûd bajarekî xurû kurdî bû, di bin hêza Seîd Axa serokê eşîra Deqoriyan de bû. Bajarê Amûdê wek dergehekî bû derbasbûna çiyayiyan re ber bi beriyê ve. Her ku bûyerek nexweş, fermanek, serhildanek bi serê xelkên çiyayî ve dihat (Anku kurdên bakur), û rêk li wan teng dibû, berê xwe didan başûr, li bajarê Amûdê disekinîn û jê li gundên Beriya Mêrdînê belav dibûn, hin ji wan jî têre derbasî Beyrût û Mûsilê dibûn. Anku wek rawestgehekê bû jî, ji mehcir û penaberên Kurdan re.

Di serê şerê cenga cîhanî ya yekemîn de gelek ji Mehcirên (Penaberên) Wan, Serhed, Qers û Mûşê, ji eşîrên Hesenan û Heyderan, xwe lê Amûdê girtin û li gundên beriyê Mêrdînê belav bûn û ta roja îro lê mane. Piştî beravêtina serhildana Şêx Seîd, şoreşa Agirî û fermana Şêx, Mela, Axa, Bega û Ronakbîrên kurdan ji rex Kemalîstan ve, gelekan ji wan, xwe li Amûdê girtin û ji Amûdê li gundên beriyê û bajarokên wê belav bûn. Ew bajarokên ku wê hingê nû dihatin ava kirin wek; Qamişlokê, Derbasiyê, Dêrikê, Tirbespiyê û Hesekê.. (Ne gereke ez navê wan Şêx, Axa û Ronakbîran bêjim). Ew Şêx, Axa û Ronakbîr ji herêmên têvel bûn, ji Diyarbekirê, Bişêriyê, Xerza, Bota, Rema, Darê, Torê, Omeriya û Dêrika Çiyayê Mazî bûn.. Wan penaberan şêwezarên xwe jî bi xwe re tanîn Amûdê re û şêwezarê wan têkilî yê Amûdiyan û eşîrên derdorî Amûdê dibû û dibû dewlemendbûn ji zimanê xelkên Amûdê re. Hem jî wan salan di nav gel de belav bû ku Amûdê Peytext e, anku peytexta kurda ye.. Di encam de zimanekî Kurdistanî, ji gelek şêweyên herêmên Kurdistanê di Amûdê û gundên wê de kom dibû û xelkên wê pê diaxifin. Dema ku Mîr Celadet Bedirxan yê ku serwextî piraniya şêwezarên kurdî bû û bi çend zimanên biyanî baş zanîbû, kar dikir ku kovarekê bi zimanê Kurdî biweşîne, çend carekî dihat Amûdê, serwextî xelkên wê yên koktêl dibû, bi kesayetiyên wê re rûdinişt, di gotinên axaftina wan de dipojinî û jê ve xuya dibû ku Amûdê wek (Kurdistanek biçûk e, piraniya şêwezarên Kurmanciaxêfan têde kom bûye). Dawî di roja 15 gulana 1932an de kovara xwe HAWAR bi zimanê wê Kurdistana biçûk li Şamê belav kir û di rûpelê pêşî de wiha got: (Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye).

Mîr Celadet Bedirxan divîbû ku zimanê kovara wî Kurdistanî be, ne herêmî be, karîbû bi şêweyê Botanî kovara xwe biweşîne û jêre hêsantir bû. Lê wî bidûrdîtinî li rojên ayende mêze dikir û divîbû ku zimanekî standard ji tev Kurdan re berdest bibe û ew ziman bi yek alfabeyê be.. Ji ber vê yekê wî zimanê xelkên bajarê Amûdê bijart, pê kovara xwe weşand û bajarê Amûdê yekemîn bajarê Kurdî bû ku Hawar lê dihat firotin û belavkirin.. Ji encamên serketina Hawarê û zimanê wê, xelkên Badînan jî bi kêf pêşwaziya wê kirin, rewşenbîrên wê têde nivîsandin û pesnê wê dan, wek rehmetiyê Enwerê Mayî.. Bela kes nebêje zimanê kovara HAWARê zimanê herêma min e. Zimanê Hawarê, zimanê bajarê Amûdê ye.. Zimanê eşîra Deqorya, Milla û Kîka ye.. Zimanê mehcirên Hesen û Heydera ye.. Zimanê Bişêriyê û Xerza ye.. Zimanê Amedê, Badîna, Omerya, Torê û Bota ye.

 

Konê Reş, Qamişlo, 02/03/2017




Nûçeyên din

PDK: Êdî cîhan pir baş mafê gelê Kurd fêm dike

THURSDAY, 27 APRIL 2017 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya şandekê ji Balyozxaneya Brîtanya li Hewlêrê ragihand ku êdî cîhan û civaka navdewletî têgiheştineke baş li cem wan çêbûye ji bo mafê gelê Kurd.

 
Parlamentoya Iraqê: Divê hêzên biyanî ji Şingalê derkevin

THURSDAY, 27 APRIL 2017 15:04:30

Bexda-KDP.info- Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de biryar li ser derxistina her hêzeke biyanî ku bibe sedema çêkirina metirsiyê li ser welatên derdorê. Parlemanterekî PDKê jî eşkere dike ku parlamentoyê daxwaza qerebûkirina kesan dike ku ziyan ji bombebarana Tirkiyê dîtine.

 
Berwarî: Em dihatin kîmyabarankirin û PKKê jî alîkarî ji Iraq û Sûriyê distend

THURSDAY, 27 APRIL 2017 14:04:07

Hewlêr-KDP.info- Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî dibêje, PKK di dema ku xelkê Kurdistanê dihatin kîmyabarankirin û enfalkirin, alîkarî ji rêjîmên Beis ên li Iraq û Sûriyê distend. Herwiha tekez dike ku êdî qet PKK nabe hêzekî Kurdistanî.

 
Erdogan û Yildirim bo Serok Barzanî: Êrişa li Şingalê bi şaşî bû

WEDNESDAY, 26 APRIL 2017 21:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kirin û dilgiraniya xwe li hember şehîdbûna 6 pêşmerge û birîndarbûna 8 pêşmergeyan nîşan dan. Erdogan û Yiildirim serxweşî li Barzanî kirin û gotin, ku bombebarana pêşmerge li Şingalê bi şaşî çê bûye.

 
Efrîn- PKK êriş kiriye ser mala serkirdeyê ENKSê

WEDNESDAY, 26 APRIL 2017 21:04:04

Efrîn-KDP.info- Endamê Serkirdatiya ENKSê û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo ragihand ku duhî danê êvarê çekdarên PKKê li navçeya Eşrefiye ya Efrînê êriş kirin ser mala wê û ew û malbata wî ji kuştinê filitîn.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP