Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 02:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Barzanî: Pêwendiya Îran û Tirkiyê bi serxwebûna me tune ye..Pêwîst e Demirtaş û hevalên wî bên azadkirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûna Kurdistanê û helwesta Tirkiye û Îranê de ragihand, “ev mijar tenê girêdayî Hewlêr û Bexdayê ye û pêwendiya Îran û Tirkiyê pê ve tune ye.” Herwiha got ku, pêwîst e Demirtaş û hevalên wî bên azadkirin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekî de ji rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitungle re nêrînên xwe yên derbarê serxwebûna Başûrê Kurdistanê, helwesta welatên cîran û herwiha giştpirsiya li Tirkiyê de anî ziman.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Tirkiyê Erdogan weke siyasetmedarekî wêrek bi nav kir û di heman demê de diyar kir, ku ji bo berjewendiya pêvajoya aştiyê pêwîste Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî bên berdan.
Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung dinivîse, ku kurdên Iraqê dengê xwe didin serxwebûnê, Tirkiye û Iraq jî dixwazin pêşiya welatekî serbixwe yê kurdan bigre.
Li gorî Frankfurter Allgemeine Zeitungê, Mesûd Barzanî jî dixwaze ji bo cudabûna ji Iraqê û ragihandina serxwebûnê giştpirsiyekê bike.
Rojnameya almanî herwiha dinivîse, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tevê astengî û dijberiyan jî dibêje; “Serxwebûn mafekî me yê sirûştî ye.”
Serok Barzanî nîgeraniya Tirkiye û Îranê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî red dike û dibêje; “Ev mijarekî navxweyî ye di navbera me Bexdayê de, ti pêwendiyeke wê bi Îran û Tirkiyê ve nîne. Neteweyek dixwaze bi rêya giştpirsiyê çarenivîsa xwe diyar bike, ku ti pirsgirêka v^’e netewê ligel prensîbên demokrasî û mafên mirovan de nîne.”
Serok Barzanî herwiha di hevpeyvîna xwe de destnîşan dike; “Ji bo pêkanîna giştpirsiyê jî pêwîstiya me bi destûr û destwerdana ti kesan nîne.”
Serok Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku êdî ti wateyekê sînorên Iraq û Sûriyê nemane û vê pirsê dike: “Ma em êdî çawa dikarin behsa welatekî yekgirtî li Sûriyê û Iraqê bikin?”
B nêrîna Serok Barzanî dubendî di vir de ye, ku piraniya aliyên siyasî jî dizanin, ku ti wateyekî sînorên fermî yên Iraq û Sûriyê nemane lê hê jî vê rastiyê qebûl nakin.
Serok Barzanî tekez dike, ku ev herdu welat tenê di dîrokê de mane, ew rojên ku herdu welat jî xwedî hikûmetên bihêz ên navendî jî bûn, serve çûye.
Derbarê rola Tirkiyê ya li herêmê jî Mesûd Barzanî behsa rola Recep Tayyip Erdogan dike û hişyarî dide kurdên sûriyê da ku nîgeraniyên Tirkiyê liber çav bigrin.
Serok Barzanî dibêje; “Erdogan wêrekiyeke mezin nîşan da û selamd ku ew dixwaze kurd û tirkan di pêvajoya aştiyê de bigîhîne hev. Lê mixabin niha hinek geşedanên nû li Tirkiyê peyda bûne.”
Serok Barzanî ji bo berjwendiya pêvajoya aştiyê jî daxwaza berdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî dike.
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact