Hewlêr-KDP.info- Pisporê aborî û petrolê Bextiyar Sabir dibêje, girêbesta petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketa Rûsî ya petrolê de, dê bandoreke erênî li ser çareserkirina kirîza aborî ya Herêma Kurdistanê bike.
Dr. Bextiyar Sabir ji malpera KDP.info re ragihand: “Girêbesta Hikûmeta Kurdistanê û şîrketa Rûsî ya petrolê bo kirîna petrola Kurdistanê, dê bandoreke erênî li ser aboriya Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku ew şîrketa Rûsî dê pêşwext pereyan bide Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê dê bi awayekî baştir mûçeyên fermanberan bide.”
Wî pisporê di warê petrolê de, wiha domand: “Li cîhanê gelek girêbestên bi vî awayî hene û 2 bazarên mezin ên petrolê bo girêbestên pêşwext hene, lê divê nirxê petrolê nêzîkî nirxê bazar be.”