Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 03:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Çavdêr: Kurdistan êdî bûye beşeke sereke ji danîna sîstema cîhanî bo Rojhilata Navîn
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrên siyasî dibêjin, çûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku serokatiya şandeke siyasî û leşkerî dike, bo Almanya û Fransa, tê wateya ku êdî Herêma Kurdistanê bûye lîstikvaneke bi bandor li ser asta ewlehiya cîhanî û bûye beşeke sereke ji danîna sîstema cîhanî re.

Şandeke pilebilind ji Kurdistanê di kongireyeke girîng mîna Konferansa Asayişê ya Cîhanî li Munichê de beşdar bû û piştre ew şand çû Fransa û ligel Serokê Fransa Franswa Oland civiya.

Derbarê wê yekê de, Nivîskar û rojnamevan Ferhad Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel wê şanda pilebilind, tê wateya wê yekê lîstikvaneke navdewletî, ku bandora wê li ser asayişa cîhanî heye. Herêma Kurdistanê bûye pêgehek ku kariye hemû welatên li dijî DAIŞê li Kurdistanê kom bike. Herwiha serkeftinên Hêzên Pêşmerge Herêma Kurdistanê xistiye ser asta navdewletî û Serok Barzanî jî rûbirûyî wan terorîstan bûne û ligel Pêşmerge metirsî ji welatê xwe dûr bikin, lewma jî Serok Barzanî û şanda Kurdistanê wek welatekî serbixwe di wan konferansên navdewletî de beşdar dibin. Herwiha destkeftên vê carê yên Serok Barzanî li Munichê ligel şanda Kurdistanê, hemû ji me re dibêjin ku êdî Kurdistan bûye beşeke sereke ji danîna sîstemeke cîhanî û asayişa cîhanî bo Rojhilata Navîn”

Derbarê serdana Serok Barzanî bo Fransa jî, Ferhad Mihemed ragihand: “Fransa yek ji dewletên mezin êm endamê berdewam di Encumena Asayişê ya Navdewletî de ye, herwiha yek ji wan welatan e ku xwedî mafê fîto ye û dikare biryarê li ser aştî û asayişa cîhanî bide û jibilî ku roleke mezin di Ewropa de dibîne, rola wê di NATO de pir mezin e, lewma jî em dikarin bêjin ku dostayetiya Fransa û piştgiriya wê ji Kurdistanê re pir girîng e.”

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mihemed Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e Serok Barzanî kar û çalakiyên xwe li welatan berdewam bike. Bêguman Serok Barzanî pirsa serxwebûnê ligel wan welatan gotûbêj dike û Serok Barzanî kareke pir baş jê re kiriye û em piştrast in jî ku dê kar jê re berdewam be, lê bi aramî û dem jî jê re divê, da ku peyama serxwebûnê bighê hemû civaka navdewletî.”

Derbarê beşdariya şanda Kurdistanê di Konferansa Asayişê ya Cîhanî li Munichê de, Mihemed Hacî ragihand: “Hevdîtinên Serok Barzanî li Munichê bûn rojeve medyayên cêhanî, ku Serok Barzanî di wan hevdîtinan de ligel berpirsên welatan de behsa gelek pirsên girîng kiriye, mîna mafê çarenevîsê yê gelê Kurdistanê û guhertinên navçeyê û serkeftinên Hêzên Pêşmerge. Şandên welatan wek serokê dewletekê kar ligel Serok Barzanî dikin.”




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact