Parîs-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Koşka Elîzeyê û ji aliyê Serokê Fransa Franswa Holand ve hat pêşwazîkirin.
Serdana Serok Barzanî bo Parîs li ser vexwendineke fermî ji aliyê serokatiya Fransa ve ye, ew jî piştî beşdariya Serok Barzanî di Konferansa Asayişê ya Cîhanî li Munoichê ve.