Hewlêr-KDP.info- Endamekî ENKSê dibêje, roj bi roj hejmara Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û NATO perwerdeya leşkerî dide wan û hewl dide ku ew hêz vegere Rojavayê Kurdistanê.
Dr. Kawa Azîzî Endamê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Roj bi roj hejmara Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û NATO perwerdeya leşkerî dide wan, ji ber ku civaka navdewletî îtîrafê bi vê hêzê dike.”
Azîzî wiha got: “Hewl heye ji bo vegera wê hêzê bo Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku ew xelkê Rojava ne û ji bo Rojava jî hatine avakirin, lewma jî pêwîst e zû vegerin bo parastina warê xwe û dê vegera wan jî li ser daxwaza Amerîka û civaka navdewletî be, ji ber ku vegera wan tê wateya hebûna Rojavayê Kurdistanê û mana wan jî li Başûrê Kurdistanê tê wateya nemana Rojavayê Kurdistanê.”