Dihok-KDP.info- Serokê Desteya Bilind a Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş dibêje, divê neyar zanibin ku Kurdistan cihê pêkvejiyana tevahiya pêkhateyên Kurdistanê ye û avedankirina mezargehên Êzdiyan bersivek e bo DAIŞ û neyarên Kurdên Êzdî û Kurdistanê.
Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Avedankirina mezargehên Êzdiyan bersivek e bo terorîstên DAIŞê û neyarên Êzdiyan û Kurdistanê. Bila her kes zanibe ku Kurdistan cihê pêkvejiyana tevahiya pêkhateyên Kurdistanê ye.”
Nûnerê Êzdiyan di Parlamentoya Kurdistanê de wiha got: “Kurdistan cihê Êzdiyan e û Êzdî qet dest ji kurdbûn û bîrûbaweriyên xwe bernadin.”
Li gorî zanyariyên Şêx Şamo, terorîstên DAIŞê di dema dagîrkirina navçeyên Êzdiyan de, 64 nîşange û mezargehên Êzdiyan teqandine û cihê ku hatine rizgarkirin niha mezargehên wan tên nûjenkirin û avedankirin.”