Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku ji bo axaftina mijara serxwebûna Kurdistanê, dê şandeke PDK û YNKê ligel aliyên din ên siyasî biçe Bexdayê.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Divê bê axaftin ku dê siberoja vî welatî çawa be û dê çawa bê rêvebirin. Him bi xweserî û him jî bi federalî me nekarî li vî welatî bi hev re bijîn. Nexwe niha dê çawa be?”
Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjim ku em dikarin bibin du dewletên cuda û du cîranên baş. Şanda me ji bo axaftina serxwebûnê, diçe Bexdayê.”
Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand, “Şanda hikûmetê, ji her pênc partiyên siyasî pêk tê û herwiha nûnerên Kildan, Aşûrî û Tirkmen jî hene.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdanên xwe yên Bexdayê de, mijara serxwebûnê ji berpirsyaran re bi awayekî fermî ragihandibûn, lê belê ev şand, di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dê hevdîtinên bo serxwebûnê pêk bîne.
Mehmûd Mihemed ragihand: “Piştî ku em û birayên xwe yên YNK gihîştin rêkeftinekê û di dema bê de emê ligel aliyên ên siyasî jî gotûbêjan bikin û emê hewl bidin ku ew alî jî di pêkanîna wê komîteya ku dê biçe Bexdayê de, beşdar bibin.”
Berdevkê PDKê wiha got: “Emê ligel Bexdayê hemû mijaran gotûbêjan bikin, di nava wan de jî emê serxwebûna Kurdistanê gotûbêj bikin, herwiha pêwîst e jî em hizir li awayekî din ji pêkvejiyanê bikin.”
Mehmûd Mihemed wiha domand: “Em dibînin ku eger em û Bexda 2 dewletên serbixwe û cîranê hev bin û parêzgariyê li berjewendiyên hev bikin, wê demê emê karibin baştir ji aliyê siyasî û aborî piştevaniya hev bikin. Lê bi civînekê pirsgirêkên me û Bexdayê bidawî nayên û divê em bêhna xwe fireh bikin. Ji ber ku divê em hemû aliyên di nava Hikûmeta Iraqê de razî bikin, ji ber ku hêj hizrek di nava deselata Iraqê de heye, dibe ku neligel serxwebûna Kurdistanê be.”
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.
Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”
Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me
Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.