Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 18 APR 2024 05:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Barzanî: Em dest ji serxwebûnê bernadin..Ez ji bo Rojavayê Kurdistanê reşbîn im
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke teelvizyonî de li Davosê ragihand, Başûrê Kurdistanê dest ji pêngava serxwebûnê bernade. Herwiha derbarê Şingalê de jî got ku, çawa Pêşmerge ji Kobanî vegeriyan pêwîst e PKK jî wisa ji Şingalê derkeve û ew wek Herêma Kurdistanê qebûl nakin PKK tiştekî li ser xelkê Şingalê feriz bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Rêkevtina bi YNKê re gelek giring e û dê bandora wê hebe li ser partiyên din jî, lê belê PDK tekez venagere bo wan civînên ku jê re dibêjin pênc alî. Hemû partî divê beşdar bin li gel YNKê û hemû partiyan, ne tenê li gel YNKê û çar partiyan ku jê re dibêjin pênc partiyên sereke.”
Serok Barzanî herwiha destmîşan kir: “Min ne ev hevok qebûl e û ne jî careke din PDK civînên pênc alî encam dide, divê civîn berfirehtir bin, bi kêmanî ew partiyên ku di hikûmeta û parlamentoyê de beşdar in, ewên hikûmeta divê beşdar bin û yên din jî gerek şêwir li gel wan were kirin. Ez bi şexsê xwe rêgir nînim li hember wê yekê ku ku hemû beşdar bin di civînê de, lê belê pênc alî temam.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûn û referanduma ji bo serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê de jî axivî û ragihand, ew bi ti awayî dest ji serxwebûna Kurdistanê bernadin.

Serok Barzanî got: “Ez ku çûme Bexdayê, me ev mijar li gel Bexdayê behs kir û eger em li gel Bexdayê bigihîjin lihevkirinekê, dê rê xweş bike ji bo gelek welatên din jî ku bi bêyî arîşe îtîrafê bi me bikin, ji ber wê em dê berdewam bin û heta wê cihê ku derfeta gotûbêjê li gel Bexdayê hebe û em bigihîjin encameke erênî, pêwîst nake em pêngavên din bavêjin, lê belê eger em ji wê bê hêvî bûn, tekez em dê pêngavên din bavêjin.”
Serok Barzanî tekez kir, ku ew dest ji proseya serxwebûnê nahînin û got: “Em dikarin li gel Iraqa pêşerojê, du cîranên baş bin, lê belê wek şirîk me nekarî em bibin şirîkek baş. Ev rastiyeke û ewê ku îtîrafê jî pê neke, naxwaze rastiyan bibîne.”
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî, Serok Barzanî ragihand: “Nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojava de bandoreke xerab li ser wî perçeyê Kurdistanê çêkiriye. Mixabin teroreke pir ecêb li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê deselata li wir li hemberî Kurdan, heye. Derbarê siberoja Rojavayê Kurdistanê ez qet nexweşbîn im û ez gelekî reşbîn im.”

Herwiha derbarê hebûna PKK li Şingalê, Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Dema pêwîstiya Kobanî bi Hêzên Pêşmerge hebû me Pêşmerge şandin wî bajêrî û me nehişt bikeve destê DAIŞê û dema ku erkê wan jî bi dawî hat vegeriyan Başûrê Kurdistanê, PKK jî divê heman tiştî bike. Herwiha divê xelkê Şingalê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa bidin. Nabe û em nahêlin jî ku PKK bê û tiştekî bi ser xelkê Şingalê de feriz bikin.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 
Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir

TUESDAY, 16 APRIL 2024 22:04:54

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Balyozê Fransa: Em her hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêwîst e mafên Kurdistanê bêne parastin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:51

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact