Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 04:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Civîna PDK û YNKê pir girîng bû..Em gihîştine nêrînek hevbeş
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, PDK û YNK dê dîsa li ser kêşeyên Kurdistanê bicivin. Nêçîrvan Barzanî her wiha behsa sebeba sekinandina hinartina petrola Kerkûkê jî kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro di merasima vekirina pêşangeheke hunerî de li nav Kelha Hewlêrê, beşdar bû. Piştî merasimê, Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Derheqê rojeva siyasî ya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got, civîna me û YNKê pir girîng bû û em dê civînên xwe bidomînin û dê hefteya bê cardin li hev rûnên.

Cîgirê Serokê PDKê her wiha got, em û YNK li ser kêşeyan gihîştine nêrînek hevbeş. Emê di civîna bê de hûrgiliyan û mekanîzma çareserkirina kêşeyan gotûbêj bikin.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew partiyên din jî ji bîr nakin û got, helbet emê bi wan re jî rûnên. Heta niha biryar nehatiye dayîn YNK û PDK bi şandek hevbeş serdana partiyên siyasî bikin lê eger bê xwastin em ti astengiyekî li pêşiya wê nabînin.

Li ser sebeba sekinandina hinartina petrola Kerkûkê jî Nêçîrvan Barzanî got, ji ber kêşeyên teknîkî bi awayekî demkî hinartina petrola Kerkûkê hatiye sekinandin.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact