Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 19:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî ligel Serokomarê Azerbaycan û Serokwezîrê Holanda civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cuda ligel her yek ji Serokomarê Azerbaycan û Serokwezîrê Holanda civiya.

Roja çarşem 18.01.2017 li duyem roja çarçoveya hevdîtinên Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davos, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li dû hevdîtinên cûda de ligel Îlham Alîyev Serok Komarê Azerbaycanê û Mark Rutte Serok Wezîrê Holanda civiya.
Êvariya roja çarşemê Serok Barzanî ligel Mark Rutte Serok Wezîrê Holanda û şanda li gel civiya. Li hevdîtinê de ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, balkişandin li ser serdana xwe ya li meha tebaxa sala derbasbûyî ya Herêma Kurdistanê û serdana her dû Wezîrê Berevanî û Pêşxistina welatê xwe ya Hewlêrê li heftiya yekema îsal kir û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû aliyan kir û amadehiya welatê xwe ragihand ku Holanda amadeye ji bilî li warê serbazî û meşqkirina Pêşmerge, li warên din da jî peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêş bixe.
Her li vê civînê de Serokwezîrê Holanda pîrozbahiyê li Serok Barzanî û Pêşmerge kir ji bo serkeftinên dijî terorîstên DAIŞê û berev pêşveçûnên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê xistin ber behs.
Di civînê de Serok Barzanî ji bilî derbirîna spasiya gel û Hikûmeta Holanda ya ji bo hevkarî û piştevaniya wan ji bo Kurdistanê, di derbarê qonaxa piştî azadkirina Musilê, ragihand ku pêwîste îdarekirina wan navçeyan bi cûreyek bê ku pêkhat, bi taybetî ewên li ser destê DAIŞê ziyanê dîtine, hest bi aramî û dilniyayiyê bikin.


Her êvariya roja çarşem 18.01.2017 li çarçoveya hevdîtinên Korbenda Davosê, Serok Barzanî û Îlham Aliyev Serok Komarê Azerbaycanê civiyan.
Li hevdîtinê de Serok Komarê Azerbaycanê behsa peywendiya dîrokiya di navbera wan her dû gelê Kurdistan û Azerbaycanê kir û tekez li ser pêşxistina peywendiyan kir û behsa sûdwergirtina ji wan peywendiyên dîrokî ji bo binyadnana peywendiyên di navbera Komara Azerbaycan û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî jî li warê bazirganî û aboriyê de.
Di hevdîtinê de Serok Komarê Azerbaycanê Serok Barzanî vexwend ji bo serdana welatê xwe û her wiha behsa serdana şanda li navbera her dû aliyan kirin. Li dawiya hevdîtinê de şerê dijî terorîstên DAIŞê û rewşa Iraq û navçeyê xistin ber behs.
Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyê vê hevdîtinê bûn.
 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact