Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 03:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Joe Biden vexwend Kurdistanê..Biden: Emê li pişta gelê Kurdistanê bin
| KDP.info


Siwîsra-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka û Wezîrê Derveyê Norwêcê civiyan.

Roja sêşem 17.01.2017 li çarçoveya yekem roja Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Amerîka ji bilî balkişandina li ser dostayetiya hejdeh saliya di navbera xwe û Serok Barzanî şanaziyê bi vê dostayetiyê kir û her wiha spasî Serok Barzanî û Pêşmerge û gelê Kurdistanê kir ku serkeftiyane beşdarî li şerê dijî terorîstan kiriye û pîrozbahiya serkeftinên şerê dijî DAIŞê li Serok Barzanî û Pêşmerge kir. Di derbarê operasyona azadkirina Musilê jî Cîgirê Serokê Amerîka pêzanînên xwe ji bo hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê de hebû ku encameke gelek baş li şerê terorîstên DAIŞê de hebûye.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwest û piştgîriyên Cîgirê Serokê Amerîkayê kir û destxweşiyê li gel û Hikûmet û Serokê Amerîka kir ji bo piştevanîkirina gelê Kurdistanê û Pêşmerge û hêvî xwest ew piştevanî berdewam bibê.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa Iraqê û paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û Cîgirê Serokê Amerîka ji bilî tekezkirina li ser piştevaniya Amerîka ji bo gelê Kurdistanê, hêviya wê yekê xwest ku îdareya nû ya Amerîka li ser dostayetî û piştevaniya gelê Kurdistanê berdewam bê.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî Cigirê Serokê Amerîkayê vexwend ku wekî dostekî gelê Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê bike û Cîgirê Serokê Amerîkayê jî vexwendina Serok Barzanî qebûl kir.

Êvariya heman rojê û li çarçoveya Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Bork Birînda Wezîrê Derveyê Norwêcê civiya.

Li hevdîtinê de rewşa Iraq û Kurdistan û şerê Musil û serkeftinên Pêşmerge li şerê dijî terorîstên Da'îş hate nirxandin. Her wiha ronahî xiste li ser rewşa mirovî ya koçberan û asta pêşkêşkirina yarmetiyê ji bo koçberan ji aliyê civaka navdewletî.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û bandora guherîna îdareya Amerîka li ser pêşhatên siyasiyên qada navçeyî û navdewletî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li van hevdîtinan de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact