Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 09:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Siberojeke pir geş li pêşiya me ye..Kurdistan xwedî gelekî bihêz û zindî ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de Sersal pîroz kir û ragihand ku, siberojeke pir geş li pêşiya Kurdistanê ye û Kurdistan xwedî gelekî bihêz û zindî ye.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Welatiyên delal
 
Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvdar im sala 2017 bibê sala nemana şer û teror û pêkhatina aştî û xweşguzeraniyê li Kurdistan û hemû cîheke cîhanê.

Sala 2016 bi sedema rewşa xerab a aborî li encama berdewambûna birîna budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Iraqê û daketina nirxê neft û xerciyên şerê berengarbûna terorê û mêhvandariya sedan hezar koçber û penaber, bargiraniyekî pêkanî ku bûye sedema dijwariya debara gelê me, lê belê we hevniştimaniyên Kurdistanê, xweragiriyekî kêmwêne pîşan da û bûne pişt û pena ji bo Pêşmergeyên qehreman heta mezintirîn destana têkşikandina terorîstan tomar bikin. Li vir de bi pêwîstî dizanim spasiyên bêpayan li gelê Kurdistanê bikim ji bo xweragirî û helwesta berpirsaneya wan. Kurdistan xwedî gelekî bihêz û zindî ye û dikare bi baştirîn awayekî sûd ji samanên xwe werbigre. Ji bo wê yekê piştrast im ev rewşa nexwestî ya niha jî derbas dibe û paşarojeke gelek geş çaverêya wê dike.Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên neteweyî û oliyên xwe ve qurbanî û xwîneke zêde bexşî û bi navê parastina bihayên mirovayetiyê û jiyana medenî li cîhanê da li beramber mezintirîn gefa serdem da cangoriyeke kêmwêne nîşanda û niha xweşbextane dikarîn bibêjîn nêzîkî tevahiya axa Kurdistanê hatiye azad kirin. Sala 2016 ji bilî li destana têkşikandina DAIŞêû azadkirina axa pîroza Kurdistanê, li rûyê dîplomasî û geşbûna navê Kurdistanê li navendên navdewletî da, salekî pir destkeftê siyasî bû, ji bo Kurdistanê û bi dehan kesayetî û şandên bilindê dewletan serdana Kurdistanê kirin û rêz û pêzanînên xwe ji bo azayetiya Pêşmerge û bihayên bilindên gelê me pîşan dan.Xuşk û birayên xweşdivîBi navê çareserkirina wan giriftên li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê da hatine pêş, roja 20.11.2016 li peyamek da ji bo raya giştî, min helwesta xwe ragihand û min daxwaz ji partiyan kir ku bikevin nava guftûgoyan û bigihin rêkkeftinê. Piştî wê peyamê çend hevdîtinek li navbera partiyan birêve çûye, ez niha li benda encama hevdîtina partiya me û hêvîdarim bigihin çareseriyeke guncaw, ji ber ku êdî nabê ev rewş bi vî awayî bimîne. Navçe li guhertinên berdewam daye û gelê Kurdistanê niha ji hemû demeke zêdetir daxwaza yekrêziyê li me dike. Ji bo rewşa navxweyî jî li ser me hemûyan pêwîste, hewla başkirina jiyana xelkê Kurdistanê bidîn û sûd ji derfetên niha werbigrîn.Li vir da bi pêwîstî dizanim serê rêzê li ber bîranîn û ruhê pakê şehîdên Pêşmerge biçemînim û xweragiriya birîndaran bilind dinirxînim û hêviya başbûnê ji bo wan dixwazim.Spasî gelê Kurdistanê dikim ku di vî şerê dijwar de piştevanê Hêzên Pêşmerge bûn û herwiha bi pêwîst jî dizanim spasî welatên dost û hevpeyman bikim ku li şerê dijî terorîstan de piştevaniyaPêşmerge bûn.Hêvîdar im sala 2017 kêşe û qeyran bi dawî bên û aştî û aramî xwe li ser navçeya me da bikêşê û dawî bi hizra şerxwaziya teror û tundrewî û înkarê bê û şadî û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê pêkbê.

 

Mesûd Barzanî31.12.2016”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact