Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, li Kurdistanê hîç hêz û hizrekî şerxwaz nikarê birayetî û pêkvejiyana me têkbide.
Serokê Herêma Kurdistanê bi heljefta nêzîkbûna serê sala nû û roja ji dayikbûna Hz Îsa peyamek belav kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xûşk û birayên Xrîstiyanan li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir bi xweşî û şadî ji bo wan dixwazim.
Serok Barzanî diyar kir ku bi sedema êrîşa DAIŞê beşeke zêdê ya mesihiyan mal û halê xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe û wiha domand: “Hêvîdarim piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bextewerî û bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.”
Serokê Herêma Kurdistaê di berdewamiya peyam xwe de wiha got: “Bi pêwîstî dizanim ku xuşk û birayên me yên xrîstiyanan ji wê yekê piştrast bikim ku Pêşmerge bi xwîna xwe bergirî li Kurdistanê kir û xuşk û birayên mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir. Kurdistan jî dê herdem weke penageh û palpişta xuşk û birayên xrîstiyan û pêkvejiyanê bimîne. Li Kurdistanê dê ti caran hizra teror û cûdakariya ol û mezhebî nebe. Em hemû li mirovayetiyê de bira û hevbeşîn û hîç hêz û hizrekî şerxwaz nikarê birayetî û pêkvejiyana me têkbide.”