Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 20:42 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Barzanî bo pêkhateyên Mûsilê: Em we bi tenê nahêlin û nahêlin hûn careke din koçber bibin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Başîkê ji pêkhateyên Deşta Mûsilê ji Xristiyan, Şebek û Êzdiyan re got ku Herêma Kurdistanê wan bi tenê nahêle û nahêle jî careke din ew koçber bibin û kes destê xwe dirêjî wan bike.

Roja çarşem 17.11.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajaroka nû azadkiriyê Başîkê kir û civîneke cemawerî de li gel kesayetî û rihspiyên hemû pêkhatên neteweyî û oliyên wî bajarî civiya û gotarekî pêşkêşî amadebûyan kir.
Di destpêka gotara xwe de Serok Barzanî spasî Pêşmergeyên qehreman kir û ragihand we serê gelê xwe bilind kir û niha nêzîkî tevahiya axa Kurdistanê ji destê terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin.
Serok Barzanî bajaroka Başîkê wekî tabloyekî xweşik ya Kurdistanê wesif kir ku şanaziyê pêve dikin û têda neteweyên cûda, olên cûda û mezhebên cûda hemû birayane pêkve dijîn û eve ew Kurdistane ku em dixwazin û Pêşmerge xwîna xwe ji bo wê rêht ku hemû take keseke li vî welatî da azade çi bîr û baweriyek ji bo xwe hilbijêre û çi dîn û mezhebek ji bo xwe hilbijêre û li her neteweyek bê, pêş hemû tiştek em li vî welatî da xuşk û birayê hevin.
Serok Barzanî her wiha got: “Ev e ew tabloya xweşike ku em şanaziyê pêve dikin, Mela li mizgeft bang dide, li Dêr û Kilîseyan zeng lê dide û Êzdî jî li perestgeha xwe perestiya xwe bi cîh tînin. Eve armanca me ye û her wiha jî dimîne. Pêşmerge xwîna xwe riht ji bo wê yekê axa Kurdistanê rizgar bibê û wan bihayên mezin biparêze.”
Serok Barzanî got: “Gelek kes dipirsin ji bo çi divê Pêşmerge şerê Mûsilê bike? li bersîva wan da dibêjim heta Mûsil aram nebê, asayîşa Herêma Kurdistanê metirsî li ser dibe. Çarenivîsa Mûsilê ji bo me gelek girînge ji ber ku berî hatina Da'îş 300 hezar Kurd li Mûsilê dijiyan.”


Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî got: “Me rêkkeftin li gel hevpeymanan û Iraqê heye û ew hêla niha heye û Pêşmerge tê de ye, Pêşmerge ji wan venakşin û em careke din nahêlîn hûn koçber bibin û ew rêkkeftin hatine kirin û ew jî divê çarenûsa we mîsoger bike.”
Balkişand li ser wê yekê kir ku di destpêka hatina DAIŞê de hinek kes çavsax bûne û hevkariya Da'îşê kirin, niha eger ew bixwazin bi navê koçberan rû bikin van cihên ku Pêşmerge rizgar kirine, bi piştrastiyê ve bi tu awayeke rê nadîn wan û ewên bûne hevbeşê tawana Da'îşê wan heman çarenûsa DAIŞê dibe.
Serok Barzanî tekez li ser ewe kir, ewên destdirêjî û tawanê li dijî keçên me encam dane, her li ku bin divê baca wê tawanê bidin û tolê li wan bistînin.
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wan rêxistinên ku Kurdan bi tolhildanê tometbar dikin got: “Herêma Kurdistanê zêdetirê yek milyon û nîw koçberan li xwe girtiye, ewe ji bo çi li berçav nagrin? Ew her çawa bîr û ramanan dikin asayiye, lê belê ewe siyaseta meye û em bi tu awayeke rê bi tawanbaran nadîn bi navê koçberan ve vegerin wan navçeyan.”
Serok Barzanî li gotara xwe de behsa pirsên navxweyiyan kir û got: “Hinek kes hewlê dan kudeta encam bidin, ez dû pirsiyarê li wan dikim, gelo rewşa we berî kudetayê baştir bû yan niha, we çi bi dest anî û we çi guherand? Hun hewqas din jî hewl bidin û xwe biwestînin hîç tiştek bi destê we nakevê û şîretê li we dikim xwe newestînin û wekî berê dîsa wê tiştek ji destê we newê.”
Her wiha got: “Eger hun dixwazin fermo kerem bikin, herdem em li gel çareseriya aştiyanedane, eger hûn her sûrin li ser kudeta, dermanê kudetayê geleke û bi tu awayekî zoriyê ji hîç keseke qebul nakîn.”
Serok Barzanî ji bo wan aliyên ku dilsozê gelin û hest bi berpirsiyariyê dikin û got: “Hûn li gel wan kesan nebin ku ew hîç ne li gel xemê mîlletin, fermo kerem bikin hûn kombibin û biryarê bidin, eger na, dem derbas dibe û em jî li benda kesekî namînin.”
Serok Barzanî behsa ewe jî kir, hinek kesan têbînî li ser ewe kiribûn ku dû berekî li navbera Pêşmerge dirust bibê, lê belê xweşbextane Pêşmergeyên qehreman xûya kirin ku kurê Kurdistanê ne û ji bazneya hizbayetiyê derketine û bergiriyê li welatê xwe û keramet û namusa gelê xwe dikin û me dît Pêşmerge û zarok û gedeyên perçeyên dinê Kurdistanê jî bi pêkve xwîna xwe li yek sengerê têkilhev kirin û eve jî mezintirîn destkeft û serkeftine ji bo Kurdistanê.
Serok Barzanî got: “Hinek kes dibêjin kanî serbixweyî û rapirsî, li vir dibêjim serbixweyî mafê rewayê Kurde, lê belê ew proseyeke û pêwîstî bi guftûgoyê heye û li serdana vê dawiyê ya Bexdayê jî me eve behs kir û xweşbextane bersîvên erênî hebû, eve jî cihê dilxweşiye, eve proseyeke em dev jê bernadîn û dest lê hilnagirîn û eger li gel Bexda gihîştîn rêkkeftinê wê demê renge pêwîstî bi referandûmê jî neke, eger pêwîst jî bike hêsantir dibê, lê belê eger me zanî nagihîn rêkkeftinê wê demê em rapirsiya xwe dikin.”
Her wiha got: “Ewên niha dilê xwe bi wê babetê xweş kirine, bersîva min ji bo wan eweye, ew mîn û mayinên DAIŞê danîbûn û Pêşmerge hilgirtin û Kurdistanê paqij kirin, wan mînên siyasî jî we li ser rêya me daniye, me gelek hilgirtine û ewên din jî hildigrîn.”
Di derbarê pirsa federaliyeta parêzgehan, Serok Barzanî got: “Ew xwîna heta îro rijiyaye wiha ne hêsane piştguh bixîn, heta îro 11 hezar û 500 azîzên me şehîd û birîndar bûn, nû bi nû hûn dixwazin vegerin ser sîstema federalîzma parêzgehan? Me di dema xwe da li gel Bremer şerê wê yekê kir, me wê demê şerê wan kir ku li gel Bremer xwestin bi cîh binin û axaftin û hewla wan serî negirt, îro jî ewê ew dikin yarî kirine bi xwîna şehîdan û ne mumkîne rê bi wan bidîn.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact