Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 13:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Çurukaya.. Diktorê Welat
| KDP.info


Dilşad Mistefa Wesanî

Roja 30-10-2016 nûçeya şehîdbûna Dr. Silêman Çurukaya, xelkê Kurdistanê hejand. Dr. Silêman ligel destpêkirina şerê DAIŞê wek qehreman û canfedayekî Kurd xwe li cem xelkê Kurdistanê da naskirin. Roja ku Dr. Silêman birîndar bû, xelkê Kurdistanê ji xwedayê mezin hêvî kirin ku zû baş bibe. Ji ber ku ew ji malbateke têkoşer ji Bakurê Kurdistanê bû û ji ber mêrxasî û asta bilind a kurdperweriya wî, zû cihê xwe di dilê xelkê Kurdistanê de çêkiriye.

Dr. Silêman mînaka mirovê xebatkar û canfîda bû û ev yek ji her kesî re piştrast bû. Dest ji jiyana li Ewropa berda û berê xwe da Herêma Kurdistanê û alîkariya Hêzên Pêşmerge, ku berê serkirdeyê PKKê bû û piştî girtina Ocalan dest ji PKKê berdabû û çûbû Almanya. Dema nûçeya êrişa DAIŞ li ser Herêma Kurdistanê dibhîze, dest ji jiyana Ewropa berdide û ber xwe dide eniyên şerê li dijî DAIŞê.

Li gorî amarên dezgehên pêwendîdar, Dr. Silêman û hevlên xwe zêdetirî 5 hezar mayîn pûç kirine û wî çendîn xulên perwerdeya mayînan ji pêşmergeyan re vekiriye û gelek pêşmerge di vî war de perwerde kirine.

Bi rastî Çurukaya mînaka Pêşmerge û kurê wefadar ê gelê xwe bû. Şehîdketina wî dersekî girîng e bo her kesî ku welat di ser her tiştî re ye. Dema ku dît beşek ji axa welatê wî ji aliyê terorîstan ve tên dagîrkirin û ter hişk pêkve dişewitin, xwe negirt û jiyana nava Hêzên Pêşmerge û çeperên şer hilbijart. Dr. Silêman bi paqijkirina welatê xwe ji mayîn û teqemeniyan, êşa welatê xwe kêm dikir.

Hin hizb û girûpên navxwe hene ku bi çavekî sivik li Pêşmerge dinerin û wan wek milîs binav dikin. Hin Kurd li ser vê yekê nasekinin û dibêjin tişta ku Pêşmerge dike caşîtî ye, wek ew kesê ku li pêşiya Newşîrwan Mistefa li dijî Pêşmerge diaxivî.

Xebat û qurbaniya Çurukaya bersivekî bihêz e bo wan kesên ku hewla têkdana navê Pêşmerge didin, lewma jî ragihandinên wan aliyên siyasî giringî bi şehîdbûna Dr. Silêman nedan, ji ber ku her tiştek ne di berjewendiya partiya wan de be giringiyê pê nadin. Gunekî mezin e ku Dr. Silêman bi vî çavî lê binerin. Ew alî dibêjin têkoşîna Dr. Silêman dikeve xizmeta PDKê de, lê PDKê rêzekî mezin lê digire ji ber ku tenê Pêşmerge ye û jiyana xwe kir qurbanî welatê xwe.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact